Yekitiya Afrîkayê endamtiya Gabonê sekinand

Piştî darbeya leşkerî li Gabonê, Yekitiya Afrîkayê beşdariya Gabonê ya tevahî çalakî û saziyên xwe sekinand.

Yekitiya Afrîkayê endamtiya Gabonê sekinand
1 îlon, 2023   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojek piştî darbeya leşkerî, Konseya Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê biryar da beşdariya Gabonê ya tevahî çalakî û saziyên xwe bide sekinandin.

Li gor’ madeya /30/ ya qanûna Yekitiya Afrîkayê, endamtiya dewletên ku hikumetên wan bi rêbazên ne destûrî tên ser desthilatê tê sekinandin.

Ev biryar piştî civîna Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîkayê ya li Addis Ababaê hate girtin.

Li gorî ajansa Reutersê, rêveberên welatên Afrîkayê rêbazên bersivdayîna darbaya li Gabonê nîqaş dikin.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên serokatiyê ku tê de serok Gabonê wîlayeteke sêyemîn qezenc kir û muxalefetê û artêşê li ser encaman bi guman bûn, artêşê li dijî hikumê wî darbe pêk anî.

(fr/c)