Darbeyên li Afrîkayê û Lîbya rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da darbeyên li Afrîkayê û rewşa Lîbyayê jî.

Darbeyên li Afrîkayê û Lîbya rojevên rojnameyên erebî bûn
1 îlon, 2023   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkidarî darbeyên li Afrîkayê bi sernavê “Sedema dubarebûna dareyan li Afrîkayê çi ye?” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de li gorî raporeke “Associated Press” hat diyarkirin ku li Afrîkayê ji salên 1950`î de nêzî sed darbeyên leşkerî pêk hatine. Di nûçeyê de nirxandina şîrovekaran a “sedema dubarebûna darbeyan kêmbûna demokrasiyê ye” jî hate bicihkirin. Di nûçeyê de cih da darbeya vê dawiyê li Gabonê jî û li gorî gotina rêveberê bernameya Afrîkayê ya rêxistina “Freedom House” Teseke Kasambala hat diyarkirin ku ne dûr e hibijartinên ku tê de serokê Gabonê bi ser ketiye hatibin sextekirin.

NÛNERÊ MACRON LI TERABLUSÊ YE: FRANSA ÇI JI DEBÎBE DIXWAZE?

Rojnameya El Ereb jî cih da rewşa Lîbyayê. Li gorî rojnameyê, Fransa dibîne ku berdewamkirina hebûna du hikumetên hevrik li rojava û rojhilatê welêt dê bandorê li hewldanên çareserkirina pirsgirêka Lîbyayê bike û wekî gefekê li serweriya xwe ya li Lîbyayê dihesibîn, lewra ew banga dîtina çareseriyeke siyasî û lidarxistina hilbijartinan dike.

Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina serokê hikumeta nîştimanî ya Lîbyayê ku dema wê bi dawî bûye Ebdulhemîd Debîbe ya bi nûnerê serokkomarê Fransayê Paul Soler û nûnerê Parîsê li Terablusê Mistefa Mehrac re, bi xwe re pirsên têkildarî sedemên wê hevdîtinê anîn. Bal li ser vê yekê jî hat kişandin ku nîşane hene dê Parîs serweriya xwe li rojhilat û başûr ji bo berjewendiya Rûsyayê ji dest bide.

(c)