Artêşa dagirker di mehekê de êrîşî 33 deveran kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, di nava meha Tebaxê de 51 carana êrîşî 33 deverên herêmên Efrîn û Şehbayê kiriye. 4 caran jî hêzên Hikûmeta Şamê kirin hedef û 10 leşkerên wan birîndar kirin.

Artêşa dagirker di mehekê de êrîşî 33 deveran kir
1 îlon, 2023   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya hêzên leşkerî ya Efrîn û Şehbayê bilançoya meha Tebaxê ya êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmê eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê artêşa dagirker di navbera 3 û 31’ê Tebaxa 2023’yan de 33 gund, bajarok, navçe û sedên herêmên Efrîn û Şehbayê bombebaran kirin.

Bi diron, obûs û hawanan 51 caran êrîş hatine pêkanîn 256 topên hawanê, 164 obus, 6 fuze li van herêman hatine xistin, 6 caran jî bi dron û balafirên bê birov êrîş hatiye kirin. Di êrîşan de ziyana maddi pêk hat.

Artêşa dagirker 4 caran jî noqteyên hêzên Hikûmeta Şamê bombebaran kirine. Di encama van êrîşan de 10 leşkerên hikûmeta Şamê bibîrandar bûn.