Komîteya Windayiyan dê databasa kesên windayî amade bike

Berdevkê Komîteya Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Omer destnîşan kir ku armanca sereke ya komîteyê ew e ku ji bo windahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî dê databasek were amadekirin.

Komîteya Windayiyan dê databasa kesên windayî amade bike
1 îlon, 2023   06:58
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser di 29'ê Tebaxê de avakirina Komîteya Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku ev komîte li gorî biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 23'ê Gulana borî, hatiye avakirin. Li gor wê, ji bo aqûbeta windahiyên li Sûriyeyê saziyeke serbixwe hat avakirin.

Der barê xebata komîteyê de ku piraniya endamên wê parêzer in, berdevkê Komîteya Windayiyan Xalid Omer ji ajansa me re axivî. Omer got: "Di radeya yekemîn de dê databasek têkildarî windayiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bê amadekirin.”

Omer wiha domand: “Em ê agahiyan ji malbatên windayiyan yan jî ji kesên nêzî wan kom bikin. Lê divê ew serdana navenda komîteyê û şaxên wê bikin ku dê di pêşerojê de werin vekirin.”

Omer diyar kir ku lêgerîna li windayiyan û naskirina çarenûsa wan dê li gor mekanîzmeyên diyar ên têkildarî rewşa wan (sax in yan hatine kuştin) û li gorî herêmên ku lê winda bûne (herêmên Xweseriyê, yan herêmên hikumeta Şamê, yan jî herêmên dagirkirî ne) bê meşandin.

Her wiha Omer da zanîn ku dê komîte ji bo çarenûsa êzidiyên ku 3`yê Tebaxa 2014`an ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin jî bixebite.

Berdevkê Komîteya Windayiyan Xalid Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Navenda komîteyê li Qamişlo ye û dê navendên din li Hesekê, Kobanê, Reqa û Minbicê jî bên vekirin. Dibe ku li deverên dîtir jî werin vekirin, lê belê dema wê ne diyar e. Em li bendê ne ku Saziya Windayiyan a Serbixwe ya Sûriyeyê jî dest bi kar bike da ku pê re û bi hin saziyên din ên windayiyan re koordîneyê bikin.”

(mh/şx)

ANHA