Parêzer: Cihê Îmralî bi xwe ceza ye

Parêzer û endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyî Elaûdîn Kalo destnîşan kir ku cihê girtîgeha Îmraliyê bi xwe ceza ye.

Parêzer: Cihê Îmralî bi xwe ceza ye
30 tebax 2023   23:36
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasetên qirêj dimeşîne û li rex girankirina tecrîdê, bi armanca bêparhiştina wî ji “mafê hêviyê” “cezayên dîsplînî” lê dibire.

Der barê aliyê qanûnî yê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û sûcên li dijî wî de, parêzer û endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyî, Elaûdîn Kalo ji ajansa me re axivî.

Kalo wiha axivî: “Cihê Îmraliyê bi xwe ceza ye.  Taybetmendiyên wê girtîgehê hene ku mîna wê li cîhanê nîn e.”

Kalo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Projeya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan lê belê ji bo hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Ji ber wê jî em dibînin ku dewletên komplo li dijî wî pêk anîne, li hember sûcên dermirovî yên li dijî wî bêdeng in."

Kalo der barê "mafê hêviyê" de got: "Ew qanûneke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpoyê ye û Tirkiye jî li ser îmze kiriye. Li gor wê, li her girtiyekê cezayê muebedê tê birîn, piştî derbasbûna 20 heta 25 salan, dikare sûdê ji vî mafî bigire û azad bibe.”

Kalo wiha domand: "Dewletên ku ji van cezayên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûdê digirin hene. Tirkiye di 2022'yan de bi awayekî aşkera diyar kir ku mafê hêviyê li Rêber Abdullah Ocalan qedexe kiriye bi hinceta ku li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê gef e.”

Kalo ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew dewlet naxwazin Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber ku ew nûnertiya gelên azadîxwaz dike, lê belê heta ku fikrê wî di nav gel de heye dê gel her bi wî ve girêdayî be."

Kalo anî ziman ku ji mafê girtiyan e ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê çêkin.

(mh/şx)

ANHA