Operasyona QSD’ê tora hişbiriyê jî dike hedef

Herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê yek ji deverên ku torên madeyên hişbir lê tên belavkirin e. Nexasim di 14 mehên dawî de ev herêm jî di nav de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 3 hezar û 169 tacir, firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin.  Lewma operasyona QSD’ê ku ev 4 rojin dom dike, têkbirina vê torê jî dike hedef.   

Operasyona QSD’ê tora hişbiriyê jî dike hedef
31 tebax 2023   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) êvariya 27`ê Tebaxê li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ û bazirganên madeyên hişbir operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.

Di 4 rojên operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ’ê û 10 tacirên madeyên hişbir hatine girtin.

Yek ji fermandarên QSD’ê Loqman Xelîl diyar kiribû ku yek ji sedemên operasyona wan hilweşandina torên madeyên hişbir ên ji aliyên hêzên derve û hundur ve li herêmê tê belavkirin e.

Dema bîlançoya 14 mehên dawîn ya têkoşîna bi bazirganên madeyên hişbir re ku Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Hişbirê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi me re parve kiriye û agahiyên ku nûçegihanên me kom kirine li ber çavan tê girtin, girîngiya operasyonê baştir tê dîtin.

3116 GIRTIN

Li gorî raporên ku Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir eşkere kirine, ji 26’ê Hezîrana 2022'yan heta 26 Hezîrana 2023`an de 6 bazirgan, hezar û 42 froşkar û 2 hezar û 68 bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtine. 147 kîlogram Krîstalê mîs, 302 kîlogram heşîş, 148 cixareyên heşîşê, 11 hezar û 880 derziyên hişbirê, 838 hezar û 814 hebên captagon, milyonek û 818 hezar û 405 hebên cuda yên hişbirê, 7 kîlo û nîv eroîn, 41 şitlên heşîşê, 170 şitlên xişxaşê, 14 gram kokaîn hat desteserkirin. Têkildarî mijarê 522 doz hatine vekirin.

2 MEHÊN DAWÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji 26`ê Hezîrana 2023`an heta 30`ê Tebaxa 2023`an de 53 tacirên madeyên hişbir girtine û bi hezaran madeyên hişbir jî desteser kirine.

*18 Tîrmehê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavkarekî madeyên hişbir li Hesekê girt. Li gel belavkar hezar û 500 hebên captagon hatin desteserkirin.

*25`ê Tîrmehê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavkarekî madeyên hişbirê li gundewarê Dêrazorê girt.

*27′ê Tîrmehê de hêzên têkoşîna li dijî hişbirê yên girêdayî hêzên ewlekariya Hundirîn bazirganekî hişbirê li Tebqayê girt û kîloyek û 316 gram ji madeya hişbirê desteserkirin.

*28 Tîrmehê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê 4 kesên hişbirê difirotin girtin. Li ser van kesan 7 gram crystal meth, 1 gram hevîra çawîrê (heşîş) û gelek çek desteserkirin.

*Rêveberiya Giştî ya li dijî Madeyên Hişbirê bi koordîneya Dozgeriya Giştî êvara 16'ê Tebaxê bi ser gelek cihên bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê de girtiye. Di encama vê operasyonê de 37 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin girtin. Li ser van kesan de 22 hebên captagon, 300 gram macûna heşîşê, 50 gram krîstal û gelek çek hatin desteserkirin.

*18′ê Tebaxê de 5 kesên li herêmên Şehbayê giyayê hişbirê diçand û difirotin, girtin. Li ser wan 517 hebên captagon, 13 şitlên giyayê hişbirê, 6 gram eroîn hişbirê hatin desteserkirin.

*20`ê Tebaxê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 belavkarên hişbirê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.

*23`ê Tebaxê de 2 bazirganên hişbir li Minbicê ji aliyê hêzên ewlekariya hundirîn ve hatin girtin. Li ser bazirganan de hezar û 51 hebên Captagon, 4 gram madeya crystal, alavên bikaranînê. 

CIHÊ DÊRAZORÊ YÊ DI NAVA TORA HIŞBIRÊ DE

Ji derveyî bîlançoyên hatine eşkerekirin, li gorî raporên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir herêma Dêrazorê yek ji navendên derbaskirina madeyên hişbir ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye. Ev herêm li sînorê Iraq û Hikûmeta Suriyeyê ye. Lê ya girîngtir jî ew e ku li ser rêya bazirganî û kaçaxçîtî, torên madeyên hişbirê ye. Li vê herêmê gelek komên çete yên girêdayî hêzên derve jî hene. Maddeyên ku ji cihên wekî Afganîstan û Îranê tînin, di ser Dêrazorê re derbasî devrên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê.

Hin çeteyên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve beriya niha hatibûn girtin jî, di îfadeyên xwe de ev trafîka madeyên hişbir îtiraf kiribûn. Çeteyan ku ajansa me bi destûra dadgehê bi wan re hevdîtin çêkiribû, bal kişandibûn ser herêmên Hesekê.

ANHA