​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hevalê me Enes di operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û aşkera kir ku şervanekî wê îro di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bûye.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hevalê me Enes di operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de şehîd bû
30 tebax 2023   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye wiha ye:

"Endamê me Enes El Rehal îro (çarseme 30’ê Tebaxê), di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku hatiye destpêkirin li hember çeteyan û kesên ku tevliheviyê çêdikin, şer derket û di encamê de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye :

Nav û Paşnav: Enes El-Rehal

Navê Bav: Îsa

Navê Dayikê: Şêxe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Tebqa 21.12.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 30.08.2023”