​​​​​​​Pêşbirka duçerxeyê ya jinên ciwan li Reqayê

Meclisa Werzîşê ya Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan pêşbirka duçerxeya jinên ciwan bi dirûşma “Azadî dê bi jin, jiyan, azadî bi ser keve” Stada Beledî ya bajêr li dar xist.

​​​​​​​Pêşbirka duçerxeyê ya jinên ciwan li Reqayê
​​​​​​​Pêşbirka duçerxeyê ya jinên ciwan li Reqayê
​​​​​​​Pêşbirka duçerxeyê ya jinên ciwan li Reqayê
30 tebax 2023   18:09
REQA

Nûnerên Desteya Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Werzîşê ya Reqayê, Yekitiya Werzîşê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a Reqayê û hin tevgerên jinan di çalakiyê de hazir bûn.

Pêşbirk li stadê bi du geran dest pê kir. Di her du geran de jina ciwan a bi navê Aya El Hemed bi ser ket.  

Yekitiya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ciwan ên di pêşbirkê de bi ser ketine, xelat kirin.

(şx)

ANHA