QSD`ê nasnameya 5 şehîdan aşkera kir

QSD`ê aşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê de” li gundewarê Dêrazorê 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk şehîd bûne.

QSD`ê nasnameya 5 şehîdan aşkera kir
30 tebax, 2023   17:51
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de ya ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û sûcdaran li gundewarê Dêrazorê dest pê kiriye, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk şehîd bûne.

Dauxyaniya ku navendê parve kiriye wiha ye: “Hêzên me, QSD`ê li herêmên rojhilatê û bakurê Dêrazorê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û qaçaxên narkotîkê, operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` dest pê kir.

Operasyon li ser bangewaziya rûspiyên herêmê û piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê, qaçaxiyê û binpêkirina mafên welatiyan û ewlehiya giştî dest pê kir. Di wê operasyonê de gelek pêkhateyên hêzên me beşdar in.

Her wiha di operasyonê de, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk piştî berxwedaneke dîrokî li hember şaneyên rêxistina terorîst, qaçaxan û sûcdaran şehîd bûn.

Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de îsrara me ya pêkanîna armancên şehîdan, parastina ewlehiya herêmê û welatiyan, zêde dibe.”

Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Feyad Tirad El Ebdullah

Navê dayîkê: Meryem

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Idlib 1987`an

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

...

Nav û paşnav: Mihemed Mahir Helîb

Navê dayîkê: Buseyne

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1996

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-202

...

Nav û paşnav: Mistefa Xalid Xetîb

Navê dayîkê: Xaldiye

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

...

Nav û paşnav: Mihemed Omer El Taha

Navê dayîkê: Nahid

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1993

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

...

Nav û paşnav: Xalid Hemûd Zêno

Navê dayîkê: Rehme

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

(şx)