Hunermendê piştgirî da serhildana jinan a Îranê hat binçavkirin

Hunermendê ji Îranê Mehdî Yarrahî ku bi stranekê piştgiriya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kir, hate binçavkirin.

Hunermendê piştgirî da serhildana jinan a Îranê hat binçavkirin
30 tebax, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Stranbêjê popê yê Îranî Mehdî Yarrahî li dijî nixumandina bi zorê ya jinan stranek bi navê ‘Roosarîto’ (paçê te yê serînixumandinê) stranek amade kir. Piştî ku stran hate weşandin, Mehdî roja duşemê hate binçavkirin.

Malpera dadgeriya Îranê Mîzan Onlîne beriya rojekê ragihand ku stranbêj ji ber ‘rabûna li ber kevneşopiya civaka Îslamê û exlaqa wê, straneke îllegal amade kiriye’ ketiye ber lêpirsînê.

Di klîba Yarrahî de ku ji 3 deqeyan pêktê, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate bikaranîn û bang li jinên Îranî hate kirin ku serê xwe nenixumînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha gelek strabêjan ji ber ku bi hunera xwe piştgirî dan serhildanê, hatin binçavkirin.