Desteya Rûspiyan: Em rê nadin tu kesî ku ewlehiya herêmê têk bibe

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li şêniyên herêmê kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de piştgiriya QSD`ê bikin û rê nedin tu kesî ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Desteya Rûspiyan: Em rê nadin tu kesî ku ewlehiya herêmê têk bibe
30 tebax, 2023   14:23
QAMIŞLO

Desteya ku ji rûspiyên kurd, ereb û suryan pêk tê, hişyarî da gelên herêmê ku bi fitneya li herêmê tê kirin, neyên xapandin.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Sade daxuyanî li pêşiya avahiya desteyê ya li Qamişlo xwend.

Di daxuyaniyê de bang li welatiyên herêmê hat kirin ku bi fitneyê neyên xapandin û hate gotin: “Divê qebîle, êlên ereb û kurd, tevahî pêkhateyên herêmê aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a li herêmê biparêzin. Divê rê nedin tu kesî ku ewlehiya herêmê têk bibe. Çekê li hember QSD`ê ranekin. Li gor berpirsyariyê bin. Ji ber ku tenê bermahiyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk û çeteyên wê sûdê ji vê fîtneyê digirin.”

QSD`ê li ser bangewaziyên rûspiyên herêmê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî 27`ê Tebaxê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bi armanca tunekirina DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazor û Hesekê ragihand.

(şx)

ANHA