Li Hesekê şehîdên Tebaxê hatin bibîranîn

Şêniyên kanonta Hesekê bi çalakiyên cuda şehîdên Tebaxê bi bîr anîn û got ew girîngiyê didin fedakariyên gel li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê.

30 tebax, 2023   12:14
HESEKÊ

Li Hesekê û navçeya Til Temirê ya Hesekê 2 çalakiyên cuda ji bo bîranîna şehîdên Tebaxê hatin lidarxistin. Di merasîman de bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivî, hêzên leşkerî beşdar bûn.

Li Hesekê şêniyan 118 şehîdênTebaxê yên QSD, YPG, YPJ′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê, HPG′ê û YJA Starê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Elî şehîd bi bîr anîn û wiha got: "Em îro di şexsê 118 şehîdan de hemû şehîdên rêça azadiyê ku di oxira rizgarkirina gel û xaka xwe canê xwe daye de bi bîr tînin."

Beraa diyar kir ku şehîdan di oxira pêkanîna destkeftiyan de fedakarî kir û ew ê li gorî metoda şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna destkeftiyên Şoreşa Rojava têkoşînê dewam bikin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Heseskê Alan Hesekê soz da malbatên şehîd û beşdarên merasîmê ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û tola wan hildin.

Li Til Temirê jî, şêniyên navçeyê şehîd Vejîn Jiyan û Ozgur Ronî yên di Tebaxê de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Şervana YPJ′ê Jıyana Vejîn di 27′ê Tîrmehê de ji ber qezayekê birîndar bûbû û di 7′ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Gerîlaya HPG′ê Ozgur Ronî di 2022′yan de di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Merasîma şehîd Ozgur Ronî ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê hate lidarxistin.

Merasîm bi pêxistina mûman û daliqandina wêneyên şehîdan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Dûre sînevîzyonek li ser şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AUu0k7NWKts?si=OyvxDYES04s3i5f_" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>