Şervanên Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê': Armanca me tunekirina DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê ye

Şervanên beşdarî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ bûne gotin ku armanca wan a bingehîn tunekirnia çeteyên DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê li herêmê ye û diyar kirin ku şênî û eşîrên herêmê operasyonê erênî dinirxînin.

Şervanên Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê': Armanca me tunekirina DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê ye
30 tebax, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên beşdarî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya li Dêrazorê bûne gotin ku armanca wan ji vê operasyonê ew e ku herêmê ji DAIŞ′ê û şaneyên wê paqij bikin û wiha domandin: "Operasyon li ser banga rûspiyên eşîran hate destpêkirin. Em li Dêrazorê parastin û xurtkirina ewlehiya herêmê dikin."

Şervanan bal kişand ku şêniyên herêmê ji bo paqijkirina herêmê ji “terorîstan” û bidawîkirina hedefgirtina gelek êş kişand, lewma ku kêfxweş in ku hêzên me herêm ji “terorîstan” û bazirganên hişbirê paqij kirin. Şervanan destnîşan kir wek hêzên leşkerî erka wan paqijkirin û xurtkirina ewlehiya temamî herêmê ye.

Şervanan diyar kir ku li ser rûyê şêniyên Dêrazorê kêfxweşî xuya ye û wiha domandin: “Eşîrên herêmê ji vê operasyonê razî û kêfxweş in.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 27′ê Tebaxê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehyê′ li gundewarên Dêrazorê dabû destpêkirin. Operasyon di roja 4′an de dewam dike.

(fr/c)

ANHA