Protestoyên li Siwêdayê: Daxwaza hevpeymaneke civakî ya nû hat kirin

Di xwepêşandêrên îro yên li Siwêdayê de xwepêşandêran daxwaza çêkirina hevpeymaneke civakî ya nû kir.

Protestoyên li Siwêdayê: Daxwaza hevpeymaneke civakî ya nû hat kirin
30 tebax, 2023   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Protestoyên gel li parêzgeha Siwêdayê dewam dikin.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi sedan xwepêşandêr li Qada El Seyr “El Kerame” ya li bajêr kom bûne û dirûşmeyên “Sûriye ne ya mala Esed, ya me ye” berz kirine.

Xwepêşandêran daxwaza pêkanîna biryara navneteweyî /2254/, veguhertina siyasî, çûyîna Esed û başkirina rewşa jiyanî kir.

Di nava pankertên ku di xwepêşandanan de hatine rakirin, nivîsên mîna “Silav ji bo netewa rojê ya li rojhilatê Firatê” , “Sûriyeya azad, sivîl, demokratîk” , “Çêkirina hevpeymanekî civakî ya nû ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê” jî cih girtin. Beşdarbûna jinan jî di xwepêşandanan de bal kişand.

Protestoyên gelê Siwêdayê yên li dijî hikumeta Şamê ji 20`ê Tebaxê ve dewam dikin.

(c)