​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2023
28 tebax 2023   23:00

Dayikên gerîlayên şehîd tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, ew ê bi hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî xiyaneta PDK'ê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanên Ronahî TV`yê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina rojnamevanan armanc dike ku siyasetên xwe yên kirêt veşêre û girtina malpera kanalê ya Facebookê, delîla wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê got, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hewayî û şerê avê wê nikaribe îradeya gelê berxwedêr ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmd diyar kir ku sedema xwepêşandanên li herêmên hikumeta Şamê ne tenê rewşa aborî, lê belê redkirina diyalogê ji aliyê hikumeta Şamê ve jî sedemeke vê teqandinê ye û got: “Çareseriya yekane diyalog e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aloziyên komên çekdar û çeteyan ên li Lîbyayê berdewam in, nemaze yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Li gel rewşa ewlehiyê ya girêk li piraniya bajarên Lîbyayê, hema bêje rojane bi hev dikevin. Gelo li gel vê rewşê behskirina hilbijartinan yan jî vegera dewleta Lîbyayê pêkan e?

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanekê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê sersaxî didin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)