'Di siberojeke nêzîk de hilbijartin li Lîbyayê pêk nayîn'

Şopdarên rewşa Lîbyayê diyar kir ku piştî derketina Xalid El Muşrî ji serokatiya meclisa bilind a dewletê, rewşa Lîbyayê nezelaltir bû. Her wiha anîn ziman ku, lidarxistina hilbijartinan di demekê nêzîk de ne pêkan e.

'Di siberojeke nêzîk de hilbijartin li Lîbyayê pêk nayîn'
16 tebax, 2023   06:05
QAHÎRE- MUHSIN EL MISIRÎ

Parçebûna aliyên siyasî yên lîbyayî didome. Ji wê zêdetir du hikumet; yek li rojava û ya din li rojhilat li Lîbyayê hene.

Hilbijartina Mihemed Tekale wekî serokê meclisa bilind a dewletê li şûna Xalid El Muşrî rewşa bêhêviya siyasî ya li Lîbyayê zêdetir dike, nemaze ku  Tekale dijî nêzîkbûna bi parlamentoya Lîbyayê re ye.

Komîteya Hevbeş a 6 + 6 a di navbera parlamento û meclisa dewletê de, di Gulana borî de ragihandibû ku lihevkirinekê li ser xalên girêdayî hilbijartina serokê dewletê û parlametoyê çêbû. Hîna hewldanên avakirina hikumeke yekbûyî  hene ku hilbijartinan bi rêve bibe.

Ruxmî hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna hilbijartinan li Lîbyayê lê beşeke mezin a lîbiyayan bawer nakin ku di demeke nêzîk de hilbijartin pêk werin.

Di anketekê de ku dezgehên ragihandinê yên Lîbyayê amadekiribûn, diyar bû ku piraniya lîbyayan di wê baweriyê de ne ku rewşa heyî ya welat ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û yên parlametoyê ne guncaw e.

DESTWERDANÊN NAVNETEWEYÎ

Lêkolînerê lîbyayî Remedan El Tiwêcer diyar kir ku dûrketina Xalid El Muşrî, tu guhertinan li Lîbyayê çênake, lê belê nîşan dide ku rewşa heyî wê dewam bike û aliyên navneteweyî yên ku destwerdanê li aloziyê dikin, dixwazin ku rewş wekî xwe bimîne.

El Tiwêcer anî ziman ku çareseriya li Lîbyayê bi xilaskirina tevahî aliyên Lîbyayê ji zextên derve dest pê kir û wiha domand: "Çareserî ji vir dest pê dike ku biryara nîştimanî ji destê derve were derxistin. Her wiha divê tevahî têbighêjin ku li gel rewşa navneteweyî ya heyî ne çareserî, ne jî serketî û ne jî binkeftî hene. Divê her kes tê bighêje ku divê diyalogên nîştimanî yên rasteqîn werin destpêkirin, ku bi avakirina saziyên leşkerî û ewlehî yên yekbûyî, piştre bi pêkanîna hilbijartinan encam bigire."

El Tiwêcer got, di siberojeke nêzîk de hilbijartinên pêk nayên û sedema vê yekê spart tunebûna saziyên dewletê.

El Tiwêcer di dewama axaftina xwe de got: "Avakirina hikumeteke hilbijartî li Lîbyayê ne armanên pêşîn ên hêzên naveteweyî ye, ji ber ku avakirina hikumetê xizmeta berjewnediyên dewletên ku destwerdanê li Lîbyayê dikin, nake. Di demeke nêzîk de hilbijartin pêk nayên û dê rewş wekî xwe bimîne, ji ber ku hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe di çareserkirina aloziya Lîbyayê an jî pêkanîna hilbijartina an jî avakirina hikumeteke nîştimanî de nabînin."

SIBEROJEKE NEZELAL

Lêkolînerê kar û barên Lîbyayê Elaa Farûq jî anî ziman ku hilbijartina Mihemed Tekale li şûna Xalid El Muşrî sûprîzek bû û got, bi dûrketina El Muşrî ji serokatiya meclisê, nezelalî li ser çarenivîsa peyman û lihevkirinên ku vî zilamî bi serokê parlamentoyê Eqîle Salih re pêk anîne çêbibe.

Farûq got: "Tu kes nizane gelo wê projeyên El Muşrî werin sekinandin, an jî werin astengkirin an jî ji navaroka wan werin valakirin, nemaze ku serokê nû (Tekale) guhertina destûrê û nexşerê redike û li dijî lihevkirinên El Muşrî yên bi parlametoyê re ye. Serokê nû tevgerên El Muşrî wekî tenazul, ne wekî diyalgoan dibîne."

Farûq destnîşan kir ku îhtimal heye El Muşrî zêdetir girîngî bide avakirina peywendiyan bi siyasetmedar û aliyên leşkerî yên navneteweyî û herêmî re, ji bo ku di hilbijartinên bê de şansê xwe yê serkeftinê zêde bike.

(bb)