`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`

Şêniyên Minbicê salvegera 7`an a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê pîroz kir û gotin li gor têgeha biratiya gelan Minbic rizgar bû û dê destkeftiyên hatine bidestxistin jî, biparêzin.

`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
`15`ê Tebaxê ji bo Minbicê vejîn e`
15 tebax, 2023   21:14
 MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi dirûşma “Bi hevgirtina xwe û vîna xwe me teror tune kir û dê destkeftiyên xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de, endamên Rêveberiya Sivîl, rûspiyên êlên bajêr, partî, rêxistinên sivîl û bi sedan xelkê bajêr hazir bû.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê, Sîham Hemo, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivîn.

Axêveran, Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û got Ji bo wan ev roj dîrokî ye, ji bo Minbicê vejîn e ku rûpeleke tarî quliband û ji nû ve bêhna azadiyê kişand.

Her wiha diyar kirin ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, çerkez û Turkmen, destaneke bêhempa nivîsîn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi armanca têkbirina destkeftiyan e.

Axêveran destnîşan kir ku pozbilindiya dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî herêmê, israra wan a şopandina rêya şehîdan zêde dike, ji ber wê soza şopandina rêya şehîdan dan ta ku Minbicê û herêmên din ji terorê û tevliheviyê biparêzin.

Di pîrozbahiyê de têkildarî fedakariyên ji bo rizgarkirina bajêr hatine dayîn, sinevizyonek hate pêşandan.

Di şahiyê de, gelek koman berhemên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA