​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş

Nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrîn, li gel tunebûna dermanan a ji ber dorpêça hikumeta Şamê, rojane 200 nexweşan pêşwaz dikin.

​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
​​​​​​​Li Şehbayê ji ber germahiyê rojane 200 nexweş
16 tebax, 2023   07:00
ŞEHBA

Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, li gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, nexasim jî li kampên koçberan, hejmara nexweşên îltîhaba mîde, rovikan û jehrîbûna xwarinê zêde dibin.

Li gorî endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Hesen Nebo, rojane her nuqteyeke tibî ya Heyva Sor a Kurd 50 nexweşxan pêşwaz dikin.

4 nuqteyên sereke yên tibî yên Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehba û navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê hene; Birc Qasê li Şêrawayê, Kampa Berxwedan, Kampa Serdem û navçeya Ehrezê.

Nebo anî ziman ku ji ber bilindbûna pileyên germahiyê di havînê de nexweşî çêdibin û niştecihên li kampan bi taybet jî zarok nexweş dibin. Ji ber ku kon plastîk in û wan ji germahiya zêde naparêzin.

Li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî herêmê li konan hêmanên jiyanê yên herî hêsan tune ne, ji ber wê şênî zarokên xwe dixin nava avê ku hinekî hênik bibin.

Der barê mijarê de koçber Nîzar Ebdulqadir ê li Kampa Berxwedan bi cih bûye, wiha got: "Em di saetên nîvro de li gel bilindbûna pileyên germahiyê da ku germa zêde sivik bikin, zarokên xwe dixin avê."

Ebdulqadir wiha domand: "Kon me ji germahiya havînê naparêzin, zarokên me bi îltîhaba mîde, rovik û jehrîbûnê ketin û ji ber dorpêçê jî li nuqteyên tibî derman tune ne.”

Dorpêça hikumeta Şamê li ser Şehba û koçberên Efrînê li gel pileyên germahiyê yên zêde rewşê xirabtir dike; hikumet sotemeniyê ji bo pêxistina jenetoran nahêle derbas bibe, her wiha dermanan jî bernade. Bi wê yekê re nexweşî zêde bûn, bi taybet di nava zarok, kal û pîran de.

(fr)

ANHA