Însiyatîfa Nûn: Gefên li dijî Rêbertî lûtkeya têkçûna siyasî ne

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan diyar kir ku dewleta Tirk bi kirinên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan madeyên 7 û  10'an ên Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî binpê dike û ev binpêkirin wek “lûtkeya têkçûna syiasî” pênase kir.

Însiyatîfa Nûn: Gefên li dijî Rêbertî lûtkeya têkçûna siyasî ne
17 tîrmeh, 2023   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN- SILAVA EBDUREHMAN

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û gefên qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA'yê re axivî.

Sewsen Şoman diyar kir ku nameyên bi navê û bê navnîşan ên gefên qetilkirinê ku dewleta Tirk û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê radestî Rêber Abdulalh Ocalan kir, tiştekî ne nû ye ku ji aliyê hikumeta Tirk ve tê kirin. Sewsen Şoman anî ziman ku ev hikumeta li ser esasê bêdengkirin, şikandina pênûsa muxalefetê û biryarên yekalî ava bûye.

Sewsen Şoman bi bîr xist ku dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, operasyonên qirkirinê li dijî tevahî alîgirên PKK'ê pêk tîne û ji vê zêdetir kesên ku daxwaza mafên xwe yê ziman û nasnameyê dikin bi propagendaya terorê tawanar dike. Sewsen anî ziman ku tawan ne di cih de ne û tu bingeh jê re tune ne.

Sewsen Şoman bal kişand ser tecrîda girankirî û "Cezayê dîsîplînê" ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker her carê hewl dide van cezayan nû bike da ku ragirtina Rêber Abdullah Ocalan rewa nîşan bide. Di heman demê de bi rêya tecrîdê wî ji tevahî mafên ku di qanên mafên mirovan de hatine diyarkirin, bêpar bihîle."

Berdevka Însiyatîfa Nûn da zanîn ku dewleta Tirk bi van cezayan dixwaze ramanê ronî biçewisîne ku banga pêkveniyanê û parastina kêmteweyan û mafên wan ên nasname, ziman, hebûn û baweriyê dike.

'PERGALÊN SERDEST JI RAMANÊ AZAD DITIRSIN'

Sewsen Şoman destnîşan kir ku pergalên serdest ji ramanê azad ditirsin, lew ra bi hemû rêbazan hewl dide rê li ber belavbûna ramanê Rêber Abdullah Ocalan bigire û wiha dom da axaftina xwe: "Hikumeta Tirk jî ramanê Rêber Abdullah Ocalan wekî rîskekê li ser pergalên xwedî zîhniyeta totalîter  dibîne, ji ber vê yekê van kirinan li dijî wî pêk tîn."

Sewsen binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji ragirtina wî heta gefên qetilkirinê bi lûtkeya têkçûna siyasî wesif kir.

Her wiha anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye ku sala 1998'an dest pê kir û got, tecrîd di aliyê qanûnî û mirovahî de nayê qebûlkirin.

Berdevka Însiyatîfa Nûn da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji mafên xwe wekî girtiyekî siyasî bê par tê hiştin û diyar kir ku darizandina wî ya şeklî, binçavkirina wî ya demeke dirêj ji aliyê saziyên îstîxbaratê, Desteya Erkana Giştî û Hêzên Taybet ve, qutkirina têkiliyên wî bi derve re û tecrîda girankirî li dijî peymanên navneteweyî bi taybetê madeyên 7 û 10'an  ên hiqûqa sivîl û siyasî ye.

Sewsen Şoman destnîşan kir ku dewleta Tirk ku nahêle girtiyên siyasî agahiyan werbigirin û hevdîtinên parêzeran qedexe dike û got, gelek mafên din ên girtiyên siyasî wekî dayîna îfadeya xwe di demeke nêzî de, agahdarkirina malbata xwe bi cihê ku lê hatiye ragirtin, mafên têkilî û serdanê yê malbatê bin pê dike.

Sewsen Şoman îşaret bi qanûnên Neteweyên Yekbûyî û rêgezên têkildarî parastina tevahî kesên ku rastî hemû cûreyên binçvkirin anî girtîgehê tên, wekî peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî, peymana dijî îşkenceyê, mualbeya nemirovî, peymanên navneteweyî yên parastina kesan ji windakirina bi zorê kir.

(bb)

ANHA