`Rêveberiya Xweser xwediyê hêz û wateya çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê ye`

Di Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hate destnîşankirina ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rêya Rêveberiya Xweser êdî xwediyê hêz û wateya çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha hate diyarkirin ku êdî pêwîst e rêveberî xwedî dûrehiyeke nîştimanî ya sûriyeyî be û bi awayekî çalak û hevseng tev li çareseriya siyasî ya Sûriyeyê bibe.

`Rêveberiya Xweser xwediyê hêz û wateya çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê ye`
17 tîrmeh, 2023   17:33
HESEKÊ

Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku vê sibê bi dirûşma “19`ê Tîrmehê: Şoreşa Jin û Gelan û Miosgeriya Sûriyeya Demokratîk e” dest pê kiribû, bi encamnameyekê bi dawî bû. Endama Komîteya Amadekar a forumê Sebah Osman encamname xwend.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku encamên aloziyên heyî nîşan didin ku teşeya netewdewletê ya navendî bi bin ket, piştî ku hêviyên gelên herêmê paşguh kirin û li dijî rastiya wê derketin di serî de gelê Kurd ku welatê wî kirin çare paşe. Lihevkirinan, rastiya jiyana hevbeş a gelên herêmê û yekitiya çarenûsê û biratiya wan, dûr xist.

Her wiha hat destnîşankirin li gorî van rastiyan, şoreşa 19`ê Tîrmehê xeta sêyemîn pejirand, taybetmendiya xwe parast, ne bi ji nû ve hilberandina rejîma zordest a navendî bû. Bi opozîsyonê re jî negirt ku ajandeyên li dijî Sûriye û ewlehiya wê pêk anîn. Xeta sêyemîn nûnertiya hêviyên gelê Sûriyeyê di guhertina demokratîk de kir. Di wê çarçoveyê de PYD`ê roleke çalak di sazkirina civakê û avakirina komîn û meclisan di nava gund û taxan de lîst. Deste û sazî li ser astên civakî yên cuda ava kirin. Di şoreşê de, parastina rewa û xweparastin mijara sereke û girîng bû. Ji ber wê YPJ û YPG û herî dawî QSD`ê hatin avakirin ku ciwanên herêmê bingeha wê ne.

Di forumê de teqezî bi taybetmendiya pêvajoyê û zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, hat kirin û hate gotin: “Ev zehmetî ji derve ne û li dijî ewlehiya herêmê ne. Bi taybet osmaniya nû û ajande û amûrên wê yên ku êdî wateyên nîştimanî yên sûriyeyî û demokrasiya civakî ji dest dane. Di heman demê de pergala zordest a navendî, israr dike ku xwe ji nû ve hilberîne û opozîsyonê berbelav bike. Ji bo wê, mijarên ku divê li ser were sekinandin û çareserî jê re bên dîtin, hatin diyarkirin weke sekna li hember koçberiyê, şerê taybet, gihandina rastiya gelê şoreşger, danîna çareserî û planên demdirêj ku binesaziya Rêveberiya Xweser qewîm dikin.”

Beşdarên forumê jî, destnîşan kirin ku şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rêya Rêveberiya Xweser êdî xwediyê hêz û wateya çareseriya demokratîk a aloziyê ye. Divê xwedî dûrehiyeke niştimanî ya sûrî be, divê nûnertiyeke çalak û hevseng a rêveberiya di çareseriya Sûriyeyê de hebe. Hewldan bibin yek da ku beyannameya Rêveberiya Xweser li ser tevahî astan bi erênî were nirxandin. Li gel nerbûna rêveberiyê li hember diyalogê bi tevahî aliyên sûrî re, hewldanên wê ji bo ku mijarên mirovî tev li siyasetê neke, herî dawî ragihandina wê ku dê çeteyên DAIŞ`ê darizîne, divê civaka navneteweyî zêdetirî vekirî be û alîkariya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re li ser tevahî astan pêşkêş bike.

Di dawiya forumê de, berhemeke hunrî têkildarî pirrengiya çandî û civakî ya herêmê ku li ser bingeha wê şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir û heta niha berdewam e, hate pêşandan.

Her wiha komeke hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya berhemên xwe pêşandan.

(şx)