JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 5

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 5
18 tîrmeh, 2023   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Efrîna warê xwedawendan bû û mala Pûdûhepayê keça xwedawenda rojê Hepatê bû. Lê dagirkeran niha dagir kiriye û hewl didin hemû şopên çanda xwedawendan li wî bajarê kevnar tune bikin.Erdên Mezopotamya Jorîn, di dîrokê de bê navber êriş û dagirkerî li ser çêbûne. Sûmer (3000 - 2000 BZ), Akadî (2000 - 1600 BZ), Asûrî (1300 - 612 BZ) û Pers (550 - 330 BZ), seferên Îskender (331 BZ), dagirkeriya Helenan (301-64 BZ), Roma (64 BZ - 395 AD), Zazanî (253- 298), Bîzant (395- 632); seferên xelîfeyên Emewiyan (632 - 750), Ebasiyan (750 - 1258), Xaçperestan (1147 - 1149), Mongolan (1260); dagirkeriya Osmaniyan (1517-1918), serdestiya Fransayê (1918-1946), çeteyên El-Nusra-DAIŞ-Artêşa Azad û herî dawî dagirkeriya dewleta Tirk. Bajarê Efrîn ku di nava Hîlala Zêrîn de cih digire, mînaka hemdem a vê dagirkeriyê ye.

ÇANDA XWEDAWENDIYÊ LI WARÊ JINAN

Bajarê Efrîn ku li quncikê Mezopotamyaya Jorîn e, berê  gelek êriş li ser çêbûn û niha jî hate îlheqkirin. Efrîn bi navên “welatê jinan” û “bajarê aştî û hezkirinê yê Sûriyê” dihat naskirin, bûye îlhama pergala jinan. Ev bajar warekî şaristaniya Hûrî-Mîtaniyan bû û her wiha welatê xwedawend Hepat û keça wê Pûdûhepayê bû û li ser çandîbûna sîstema xwedawendiyê xwedî bandoreke mezin bû.

XWEDAWENDA ROJÊ YA ŞARISTANIYA HÛRIYAN HEPAT

Hepat wek “xwedawenda erd û ezmanan” bereketê dinimîne û warê wê li dawiya rojavayê Hîlala Zêrîn a Mezopotamya Jorîn bû. Hepat di şaristaniya Hûriyan de wek “xwedawenda Rojê” tê naskirin û ji sînorê Behra Spî ji rojavayê Firatê bandor li başûrê rojavayê Kurdistanê û Anatolyayê jî kir. Pergala baweriya Hepatê bandora xwe li mîtolojiya Yewnan jî hebû. Tê gotin Hepatê di mîtolojiya Yewnanan de wek hevsera Zeûs xwedawenda Hera cih girtiye. Hepat di gelek çavkaniyên dîrokî de bi navê ‘Arînna’ jî tê nasîn.

BAWERIYA BERÎ ROJÊ HIŞYARBÛN

Hepat di pergala baweriyê ya Hûrî û Mîtaniyan de bi navê “dayika hemû zindiyan” û “xwedawenda xwedawendan” tê nasîn û di nivîsên li bajarê Orkêş ê Hûriyan ê li nêzî bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihekî girîng digire.

Hepat wek xwedawenda Rojê tê naskirin û hê jî bandora xwe li ser mirovên li herêmê heye. Li herêmê baweriya jinan ku serê sibehê berî hilhatina Rojê rabûn, hurmeta ji bo Hepatê nîşan dide.

Hepatê ji Behra Spî bigire heta Lubnan û Sûriyeyê û ji wir jî heta Rojava û Bakurê Kurdistanê bandor kiriye û li Anatolyayê di nava şaristaniya Hîtîtiyan de pergaleke baweriyê ava kiriye.

PARÊZVANA ARTÊŞAN

Li bajardewletên Hûriyan şopên xwedawend Hepatê gelek in. Hepatê bandora xwe di şaristaniya Hîtîtiyan de jî domandiye. Di wê serdemê de bandora Hepatê di ser Hûriyan re derbasî nava Hîtîtiyan de bûye. Li gorî şîroveyên dîrokzanan, Hepat piştî ku ketiye panteona xwedayê bahozê Teşûp ê Hîtîtiyan, wek hevsera Teşûp hatiye nimandin. Hepat wek 'parêzvanê artêşan' tê naskirin û demeke dirêj di nava sîstema baweriyê ya xwedawendan de hebûna xwe parastiye.

KEÇA HEPATÊ PÛDÛHEPA

Şahbanûya Hîtîtiyan Pûdûhepa di sedsala 13'an a beriya zayînê (BZ) de xwe wek keç û xudama xwedawenda Hûriyan Hepatê îlan kiriye. Navê Pûdûhepayê bi zimanê hûrî ye û navê wê di nava Hîtîtiyan de 'Tavananna' ye ku ev nav li şahbanûyan dikirin. Navê Pûdûhepa ji “pûdû” ya bi zimanê hûrî û ‘hepa’ ya ji navê Hepatê hatiye. Pûdûhepa bi bîr û baweriya vê çanda xwedawendiyê ya xurt mezin bûye.  Hin dîroknas dibêjin Pûdûhepa demekê li perestgeha xwedawenda Hepatê rahîbe bûye. Pûdûhepa ku ji çanda xwedawendiyê ya wekheviya zayendî pêk dianî, bû parêzvana herî baş a çanda xwedawendiyê.

ŞAHBANÛYA KU LI EFRÎNÊ ÇANDA XWEDAWENDIYÊ DIDOMÎNE

Pûdûhepa hemû kevalên nivîskî yên ol û çanda Hûriyan kopî kiribûn û li Kizzuwatna (herêma ku îro Efrîn, Îskenderûn û Edeneyê dihundirîne) pirtûkxaneyeke taybet ava kiribû. Îro li ser xeta ji Efrînê dest pê dike heta Deryaya Spî diçe, çanda xwedawendan hema hema di hemû warên dîrokî de xuya dike. Pûdûhepa ku li bajarê Efrînê jiya, tevî hevserê xwe bi temsîliyeta wekhev serweriya welatê xwe kir û domandina çanda xwedawendiyê mîsoger kir.

ŞERÊ 17 SALAN BI DAWÎ KIR

Şerê Kadeşê yê 17 salan ê di navbera Misir û Hîtîtiyan de bi hunera Pûdûhepayê bi dawî bû û peymana aştiyê çêkir. Pûdûhepayê xwe spartiye xebateke belgekirî. Ji ber vê yekê, di metna peymanê de tevî mohra keya, ya Pûdûhepayê jî heye. Ev mohr li Muzeya Edeneyê ya li Tirkiyeyê ye. Di Muzexaneya Nîştimanî ya Sûriyeyê de gelek nivîs û peykerên Pûdûhepayê tên parastin.

Wergera mohrê ya li aliyê piştê yê kevala zîvîn a peymanê wiha ye: “Dotmîra welatê Hattûşaşê, bijareya yekaneya xwedawenda Rojê Arînnayê, xudama xwedawendan, keça welatê Kizzuwatnayê mohra Pûdûhepayê.”

ÊRIŞÊN DI 2012’AN DE DEST PÊ KIRIN

Li ser Efrînê ku xwe dispêre pêşengiya jinan a Pûdûhepayê, rastî gelek êrişên çeteyan hat. Piştî şoreşê di 9'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir, êrişa yekemîn a li dijî Rojava di 27'ê Cotmeha 2012'an de ji aliyê koma çete ya Asîfet Şîmal ku ji aliyê MÎT'ê ve li ser gund û girê Qestel Cindo yê Efrînê pêk hat. Piştre jî êrişên komên çete çêbûn. Li hemberî van êrişan hêzên YPG/YPJ'ê bi birêxistinbûyîneke lezgîn hemû êriş têk birin. Li Efrînê gelek tiştên destpêkê yên şoreşê çêbûn û di 13'ê Sibata 2013'an de li Cindirêsê bi navê “Tabûra Şehîd Rûken” yekemîn tabûra jinan a Rojava bi fermandariya şehîd Rûksen Efrîn hat avakirin.

YEKEMÎN ŞEHÎDÊN JIN ÊN XAKA HÎLALA ZÊRÎN LI EFRÎNÊ BÛN

YPJ'ê yekemîn şehîdên xwe yên Rojava li herêma Efrînê dan. Şervana YPJ'ê Bêrîvan Qelender bi nasnav Bêrîvan Nûcan, di 28'ê Gulana 2013'an de di berxwedana li dijî êrişa çeteyên Cebhet El Nusra ya li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê de şehîd bû. Şervana YPJ'ê Meryem Mihemed bi nasnav Silava, di 29’ê Gulana 2013'an de li navçeya Şêrawa di heman berxwedanê de şehîd bû û wek yekemîn şehîdên jin ên Rojava ketin nava rûpelên dîrokê.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI SER WARÊ SERXWEDAWENDÊ

Efrîn ku warê xwedawenda dayik e, mala Pûdûhepayê û Îştarê ye. Di 20 ê Çileya 2018'an de bi êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê re rû bi rû bû. Bi hezaran şervanên YPG/YPJ'ê ku di Berxwedana Serdemê de cih girt û gelê Efrînê bi çekên xwe li dijî teknîka herî pêşketî ya NATO'yê şer kir. Dewleta Tirk her cure sûcê şer kir û hê jî bi dawî nebûne. Cenazeyê tazî yê şervana YPJ'ê Emîne Mistefa Omer (Barîn Kobanê) ku yek ji şehîdên destpêkê yên Berxwedana Serdemê bû, ji aliyê leşker û çeteyên Tirk ve îşkence lê hate kirin û dîmenên wê tomar kirin. Ji wê demê ve sûcên li wî bajarê jinan bi dawî nebûne.

Bîlançoya êriş-dagirkerî-îlheqkirinê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê ji 20'ê Çileya 2018'an heta Sibata 2023'yan;

* Di bomberdûmana dewlet û çeteyên Tirk de herî kêm 690 sivîl hatin qetilkirin. Ji sivîlên hatin qetilkirin herî kêm 95 ji ber îşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest da.

* 8 hezar û 334 welatî ku ji wan 430 jin û 153 zarok in, hatin revandin.

* Zêdetirî 700 kes birîndar bûn.

* Dagirkeran 4 şehîdgeh rûxandin, Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr veguherand bazara heywanan û di 14-15'ê Tîrmehê de li navenda bajarê Efrînê Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ku şehîdgehên sivîl û şervanên Berxwedana Serdemê lê bûn, koland û cenaze jê derxistin.

* Bi dagirkeriyê re zêdetirî 350 hezar welatî ji cih û warên xwe bûn.

* Zêdetirî 500 hezar welatiyên biyanî û malbatên çeteyan anîn û lê bi cih kirin.

* Di 26'ê Çileya 2018'an de Perestgeha Eyn Dara ya dîrokî û di 29'ê Çileyê de jî Keleha Nebî Hûrî ji ber bombebarana balafirên Tirk hilweşiya.

* Herî kêm 59 cihên dîrokî rûxandin û zêdetirî 20 hezar berhemên dîrokî hatin revandin û piraniya wan bi rêya Tirkiyeyê li derveyî welat hatin firotin.

* Dagirkeran 367 hezar dar birîn û zêdetirî 13 hezar û 500 dar û zêdetirî 12 hezar hektar bax û daristan şewitandin.