​​​​​​​Hemîd El Ebid têkildarî belavbûna çeteyên HTŞ`ê li Girê Spî hişyarî da

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid derbarê belavbûna çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li kantona Girê Spî ya dagirkirî fikarên xwe anîn ziman û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî rexne kir.

​​​​​​​Hemîd El Ebid têkildarî belavbûna çeteyên HTŞ`ê li Girê Spî hişyarî da
16 adar, 2023   04:40
EYN ÎSA

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî têkildarî bicihbûna çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li kantona Girê Spî ya dagirkirî ji ajansa me re axivî.

Demeke berê çavkaniyên herêmî yên ji Girê Spî ji ajansa me re ragihandibûn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê), malên Bethawî yên li nêzî mezreya Ermen a li başûrê rojavayê bajarokê Eyn Erûs wek nuqteya duyemîn bi kar tînin.

Bi bicihbûna çeteyên HTŞ`ê li vê nuqteyê re, êdî rêya di navbera Girê Spî û Eyn Erûs de, rêyên Girê Spî-Kobanê, Girê Spî-Reqayê kontrol dikin.

Têkildarî mijarê, Hemîd El Ebid ev tişt gotin: "Belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li kantona Girê Spî mijareke xeternak e û metirsî hene ku ji nû ve fikrê tundraw li herêmê bê belavkirin. Ev siyaseteke dewleta Tirk a dagirker û komeleyên tundraw (Pakistanî-Şîşan) ye ku gelek komele ji bo perwerdekirina îslama radîkal vekirine.”

El Ebid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi serwerkirina çeteyên di lîsteya “terorê” de, hewl dide zemîna êrişên nû li dijî xaka Sûriyeyê deyne û derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bide.

El Ebid, bêdengiya hêzên navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li herêmên dagirkirî dimeşîne, rexne kir û got ku herêmên dagirkirî bûne navendên "terorê û çeteyan" ên ku dewleta Tirk a dagirker wan di şerê wekaletê de li gelek dewletan bi kar tîne.

Hemîd El Ebid bang li xwecihên herêmên dagirkirî kir li hember van siyasetan hişyar bin û refên xwe bikin yek.

Ajansa me di 31′ê Cotmeha 2022′yan de derbasbûna zêdetirî 60 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve, belge kiribû. Ew çete li gundê Yabîse (3 km li rojavayê kantona Girê Spî) bi cih bûne. Lê çeteyên Feyleq El Mecid ên dewleta Tirk a dagirker ku li wê herêmê bi cih bûne, ber bi gundê Xirbet El Feres (20 km li başûrê kantonê) ve vekişîn.

(fr/cx)

ANHA