Ji ber lehiyê li Şengalê ciwanek jiyana xwe ji dest da

Di saetên nîvro de li Şengalê di encama barîna baraneke bi hêz de lêhî rabû. Lêhiyê zirar da gelek mal, dukan û rêyan. Her wiha di encama lêhiyê de ciwanek ji gundê Kersê bi navê Îsa Qewal jiyana xwe ji dest da.

Ji ber lehiyê li Şengalê ciwanek jiyana xwe ji dest da
15 adar, 2023   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê îro pêlek barana bihêz bariya ku di encamê de li hin navçe û bajaran lêhî rabû. Pêla baranê tevahiya gund û navçeyên Şengalê jî bi xwe girt, li gelek cihan lêhî rabû ku gelek mal û rêyên sereke xesar lê bû.

Her wiha di encama lêhiyê de ciwanekî Êzidî yê ji gundê Kersê yê bi navê Îsa Qewal (18) jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû hewldanên gundiyan jî nekarîn ew rizgar bikin.

Asayîşa Êzidxanê ji bo her bûyerekê bang kir û got: “Em hêvîdarin her kes baldar tevbigere û kes bê kar ji mala xwe dernekeve. Her wiha ji bo her bûyerekê gelê me ji bo hewarê dikarin bi rêya telefonên me yên navenda xwe bigihînin me.

Jimara telefona giştî: 0964783125617

(şx)