Li Dêrazorê bi boneya 12 saliya kirîza Sûriyeyê panelek hat lidarxistin

Bi boneya salvegera 12'emîn a kirîza Sûriyeyê MSD'ê bi dirûşma "Şoreşa Sûriyeyê û guhertina demokratîk",  paneleke diyakogê li Dêrazorê li dar xist.

Li Dêrazorê bi boneya 12 saliya kirîza Sûriyeyê panelek hat lidarxistin
15 adar, 2023   18:16
DÊRAZOR

Panel li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, endamên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û nûnerên jinan ên bajêr, hat lidarixistin.

Di serî de rêvebera saziyên civaka sivîl Seca El Hiwêdî bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre, bi navê MSD'ê rêveberê MSD Xesan El Yûsif wiha axivî: "Ji bo pêşerojeke geş a Sûriyeyê divê danûstandin bên kirin, divê em jî wek gelê Sûriyeyê bi yekrêziyekê piştgiriyê bidin çareseriya siyasî ya sûriyeyî-sûriyeyî ku mafê hemû sûriyeyiyan biparêze."

El Yûsif wiha domand: "Şoreşa Sûriyeyê tevî ku ji ber destwerdanên derve bi daxwazên dûrî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ji rêya xwe dûr ketiye jî, lê dîsa gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistine."

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe der barê kirîza Sûriyeyê de parve kirin.

(mh)

ANHA