Kongra Star li Başûrê Kurdistanê bi gelek rêxistinên jinan re civiya

Berdevka fermî ya Kongra Star Rîhan Loqo îro bi gelek rêxistinên jinan re li parêzgeha Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê civiya.

Kongra Star li Başûrê Kurdistanê bi gelek rêxistinên jinan re civiya
Kongra Star li Başûrê Kurdistanê bi gelek rêxistinên jinan re civiya
15 adar, 2023   18:44
SILÊMANIYE

Vê sibê şandeyeke Kongra Star serdana Navenda Yekitiya Jinên Kurdistanê, Tevgera Guhertin (Goran) Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya Kongra Star ji berdevka Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Rîhan Loqo, endama nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Silava Silêman û nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen pêk hat.

Di serdanê de geşedanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, êriş û gefên li dijî herêmê hatin nîqaşkirin.

Rîhan Loqo di civînê de, encamname û biryarên kongreya 9`an a Kongra Star bi bîr xistin ku armanca wê, xurtkirina rêxistinbûyîna jinan, têkoşîna azadiya jinan û pêkanîna şoreşa jinan e ku veguheriye şoreşeke cîhanî. Her wiha Rîhan destnîşan kir ku destkeftiyên jinan li beşên Kurdistanê berdewama têkoşîna jinên kurd û ji bo hemû jinan li Kurdistanê destkeftî ne.

(şx)