18 gundên Kobanê li ber xetereya tîbûnê ne

18 gundên li rojavayê Kobanê, ji ber erdheja di 6′ê Sibatê de çêbûye, li ber xetereya tîbûnê ne. Erdhejê bandor li binesaziya ava vexwarinê kir.

18 gundên Kobanê li ber xetereya tîbûnê ne
18 sibat, 2023   06:45
KOBANÊ

Erdheja 6′ê Sibatê bandor li herêma Firatê jî kir. Li herêma Firatê 13 dibistanên li Kobanê û parzûngeheke ava vexwarinê zirar dîtin. Parzûngeh avê dide 50 hezar şêniyên li 18 gundan.

Piştî lêkolînkirina parzûngehê ji hêla komîteya taybet a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve, hate diyarkirin ku piştî zirara ji ber erdhejê ne pêkan e avê bide 18 gundan. Pêdiviya wê bi sererastkirinê heye. Her wiha piştî hedefgirtina wê bi moşek û topan ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve di 2014′an de jî xisar lê çêbûbû.

Li ser mijarê, hevserokê Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê Mesûd Bozî wiha got: "Em li beramber karesateke mirovî ne, ger bi lez helwest nehatin girtin, bi taybet zêdetirî 50 hezar şênî li 18 gundan hene û ji vê parzûngehê avê vedixwin."

Bozî wiha domand: "Parzûngeh pir kevn e û divê bi lez were sererastkirin. Ji ber pêdiviya şêniyan bi lez bi avê heye. Niha av bi rêya stêran digihêje welatiyan. Pêdivî bi avakirina parzûngeheke nû heye."

Bozî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne tenê bandor li gundewarên rojavayê bajarê bû, heta hin torên avê li kantona Kobanê jî zirar dîtin û bi derfetên xwe yên kêm sererast dikin, heta budçeyek ji vê yekê re tê veqetandin."

(fr)

ANHA