Turnuvaya Newroz a Mezin a Fotbolê dest pê kir

Bi beşdariya girseya gel ji tevahî bajar û navçeyên Qamişloyê û bi beşdariya 32 tîmên ji tevahî pêkhateyên herêmê vê êvarê li Komeleya Helîq a Werzîşê ya li Girkê Legê Turnuvaya Newroz a Mezin dest pê kir.

Turnuvaya Newroz a Mezin a Fotbolê dest pê kir
17 sibat, 2023   20:53
QAMIŞLO

Bi armanca geşkirina werzîş û ruhê werzîşê di navbera şêniyên herêmê de vê êvarî Komeleya Helîq a Turnuvaya Newrozê ya Mezin a 2023′yan bi çavdêriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê hate vekirin. Di turnuvayê de 32 tîmên ji pêkhateyên Qamişlo û gundên herêma Aliyan beşdar dibin.

Tîmên beşdar li dar 8 koman li ser rêgeza 4 tîm di her komekê de beşdar dibin. Ya yekê û duyemên diçin dawiyê û di dawiya turnuvayê de xelat li tîmên serkeftî tên belavkirin.

Merasîma vekirina turnuvayê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser ruhê mexdûrên erdhejê dest pê kir. dûre tîmên Baz û Dostên Şivan bi hev re lîstin. Tîma Dostên Şivan li hember tîma Baz bi 2-0 bi ser ket.

Gerînendeyê werzîşê yê Komeleya Helîq û çavdêrê komîteya birêxistinkirina vê turnuvayê kabtên Ayid Ebdî axivî û got armanca wan ji van turnuvayan ruhê werzîşê biafirînin û teqez bikin ku ciwan bi xaka xwe ve girêdayî bin.

Ebdî wiha dawî li gotina xwe anî: " Em werzîşê bi hemû awayên wê teşwîq dikin, da ku teqezî bi  ruhê biratiyê ya hevbeş a pêkhateyên bikin. Em îro dibînin ku beşdarî ji tevahî pêkhateyên herêmê di vê turnuvayê de heye."

(fr)