​​​​​​​Lêkolînereke amerîkî bi Meclisa Kantona Girê Spî re civiya

Ji Enstîtuya Aştiya Kurdî lêkolîner  Miguel Buddt  bi armanca ku balê bikişîne ser bandora siyaseta Amerîka ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker,  serdana Meclisa Kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir.

​​​​​​​Lêkolînereke amerîkî bi Meclisa Kantona Girê Spî re civiya
​​​​​​​Lêkolînereke amerîkî bi Meclisa Kantona Girê Spî re civiya
​​​​​​​Lêkolînereke amerîkî bi Meclisa Kantona Girê Spî re civiya
​​​​​​​Lêkolînereke amerîkî bi Meclisa Kantona Girê Spî re civiya
17 sibat, 2023   14:32
EYN ÎSA

Lêkolîner Miguel Buddt  ji aliyê Hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid û Fedîle Mihemed, cîgira hevserokatiya meclisê Hezai Mihemed û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riya El Xelef ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de, bandora vekişandina Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya havîna 2019ʹan ji herêmê, dagirkeriya Tirk a li Girê Spî û Serêkaniyê û encamên wê hatin nîqaşkirin.

 Rayedarên kantona Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Girê Spî çeteyên DAIŞʹê anîn herêmê, her wiha destnîşan kir ku metirsî hene ku careke din terorê vegere herêmê.

Di hevdîtinê de hate gotin ku peymanên çavdêriya agirbestê yên ku bi Rûsyayê re hatin îmzekirin, di pratîkê de pêk hat û îşaret bi vê yekê hate kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê û gundewarên wê bê navber dewam dikin. Hate bibîrxistin  ku di encama êrişan de bi sedan şênî şehîd bû birîndar bûne, binsaziya herêmî xirab bû û welatiyan jêdera debara xwe ji dest da.

Miguel Buddt di hevpeyvînekê li gel ajansa me de got, armanca wê ya vê serdanê ew e ku raporeke li ser bandorên siyaseta Amerîka yên li Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê amade bike, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên sînorî yên Eyn Îsa, Kobanê û Minbicê belge bike û rewşa şêniyên ku ji ber êrişan ziyan dîtine û navendên xizmetguzariyê yên  ku ji ber êrişan wêran bûne, bişopîne.

Miguet Buddt dê bi şêniyên navçeyê re hevdîtinan bike, piştre dê serdana Kobanê û Minbicê jî bike.

(bb)

ANHA