Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê Recaî Fayid wefat kir-HATE NÛKIRIN

Nivîskar û serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadiya ‎Ocalan Dr. Recaî Fayid wefat kir.‎

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê Recaî Fayid wefat kir-HATE NÛKIRIN
27 ÇILE, 2023   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dostê gelê Kurd û alîgirê doza wî serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê ‎Komîteya Erebî ya Azadiya Ocalan Recaî Fayid wefat kir.  ‎

Recaî Fayid jiyana xwe xist xizmeta lêkolînên li ser Kurdan û pirtûkek bi navê ′Ocalan: Rêber ‎û Doz′ jî nivîsandiye.‎

Recaî Fayid di gelek boneyan de piştgiriya xwe bi doza gelê Kurd re nîşan dida û di ‎hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû: "Ocalan ji girtiyeykî fîzîkî veguherî fikir û dûre felsefe û ji ‎bo rizgarkirina bindestan tê koşiya."‎

Fayid her tim banga pêwîstiya naskirina azarên gelê Kurd ên ji destê dewleta Tirk a dagirker ‎û têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa dikir. Recaî Fayid ji Tenta yê Misirê ye û di 1943′yan de hate dinê. Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirî, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Meclisa Misirî ya Kar û Barên Derve bû. Ji destpêka 1′ê Gulana 1979′an heta 26′ê Tebaxa 1988′an tevî malbata xwe li Hewlêr jiya bû. Lêkolînên wî li ser Helebce û Enfalê hene.‎

‎(fr)‎