​​​​​​​PYD′ê ji bo wefata Recaî Fayid peyama sersaxiyê da

PYD′ê ji bo wefata serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê da.

​​​​​​​PYD′ê ji bo wefata Recaî Fayid peyama sersaxiyê da
27 ÇILE, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî ji bo wefata Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de hate gotin: "Bi xemgîniyekê me agahiya wefata kesayeta misirî yê navdar, dostê gelê Kurd, alîgirê doza wî ya adilane, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û nivîskarê pirtûka ′Ocalan; Rêber û Doz′ Dr. Recaî Fayid bihîst.

Em sersaxiyê ji komara Misirê, gel û hikumeta wê re dixwazin, her wiha sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin."

(fr)