Serkeftina Kobanê: Têkçûna DAIŞ’ê û hewla tolhildanê ya berdewam a dewleta Tirk

Şerê ku çeteyên “Cebhet El Nesra” û piştî wan ên DAIŞ’ê ji bo pêkanîna armancên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê dest pê kirine, bi bin ketin. Kantona rizgarbûyî di sala xwe ya 10’emîn de berxwedana xwe ya dîrokî li dijî dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wê didomîne.

Serkeftina Kobanê: Têkçûna DAIŞ’ê û hewla tolhildanê ya berdewam a dewleta Tirk
27 ÇILE, 2023   06:25
KOBANÊ

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 26'ê Çileya 2015'an de rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Ew bûyer jî berê şerê li dijî terorê yê li Sûriyê û Iraqê guherand, nexasim piştî ku rûberên mezin ên herdu dewletan ketin destê DAIŞ'ê.

Di encama şerê li bajêr de ku çend mehan berdewam kir, bêtirî ji sedî 70`ê rûbera bajêr ku 7 kîlometre dam e, bi temamî hat wêrankirin. Ji sedî 40`ê wê jî bi awayekî beşî wêran bûbû.

ÇIMA DAIŞ KOBANÊ HEDEF GIRT Û ROLA DEWLETÊN HERÊMÎ DI ÊRIŞÊ DE ÇI YE?

Di destpêka sala 2013'an de piştî ragihandina 3 kantonên sereke yên Rojava (Qamişlo, Kobanê û Efrîn) ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, dorpêça DAIŞ'ê ya li ser kantona Kobanê dest pê kir û heta bêhtirî salekê dom kir.

DAIŞ'ê di 2 rojan de sêyeka rûbera Iraqê, nexasim dûyemîn bajarên herî mezin ên Iraq Mûsilê, dagir kir û bi deh hezaran leşkerên artêşa Iraqê ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan.

Li aliyê Sûriyê, DAIŞ bi rêya siyaseta tirsandinê herêma Reqa û deverên din ên Heleb, Hesekê û Dêrazorê dagir kir li gel ku hema herêma pergala leşkerî ya hikumeta Şamê hildiweşiya.

Dewleta Tirk a dagirker pirek bingehîn bû ku bi deh hezaran çeteyên biyanî ji dewletên cuda li seranserî cîhanê tev li DAIŞ`ê bibin.

Li gorî belgeyên fermî, 40 hezar çeteyên DAIŞ'ê di Tirkiyê re derbasî Sûriyê û Iraqê bûn. Bajarên Edene, Entab, Riha (Urfa) û Stenbol bûn navendên tevgera DAIŞ'ê.

Ji ber têkçûna sîstema parastinê li gelek bajarên Sûriyê û Iraq, DAIŞ dest danî ser gelek çek û cebilxaneyan, her wiha bi hezaran xort ji bo pêkanîna planên xwe bi çek kirin.

Berî ku berê xwe bidin Kobanê, hejmara çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê 300 hezar bû, dewleta Tirk a dagirker jî bi awayekî nerasterast ragihand ku ew plan dike bi rêya DAIŞ'ê Kobanê dagir bike û yek ji 3 kantonan têk bibe.

Kobanê xwedî semboliyeke mezin e; ku yekemîn bajarên Rojava ye di 1979'an de pêşwaziya Rêber Abdullah Ocalan kiriye. Rêber Ocalan li malekî gundê Elbelor ma ku dewleta Tirk a dagirker berî 2 salan topbaran kiribû. Her wiha, çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) ji Kobanê dest pê kir, dema ku di 2012'an de bi sedan şêniyên kantonê li avahî û saziyên hikûmeta Şamê kontrol kirin.

JI ŞERÊ KOBANÊ… HEVKARIYEKE EREBÎ-KURDÎ KU DAMEZIRANDINA QSD'Ê ENCAM DA

DAIŞ'ê şer ber bi Kobanê ve bir û bi hezaran çete şerekî xwîndar meşand ku şerê herî tund di kirîza Sûriyê de ye. Wê demê çeteyên DAIŞ'ê ji 3 aliyan ve êrişî Kobanê kirin, bêhtirî 200 gund dagir kirin û di 5'ê Cotmeha 2014'an de gihîştin navenda bajêr.

Bi sedan şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi beşdariya hêzên Ereb û hevkariya gerîla û şervanên enternasyonalîst şerekî hevbeş li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê meşand. Cara yekemîn bûn ku hêzên ereb li rex şervanan beşdarî vî şerî dibin.

Seferberiya giştî ya ku Rêber Ocalan ji bo parastina Kobanê ragihandiye roleke mezin di xurtkirina berxwedana li hember DAIŞ û hevkarên wê de lîst. Şervanên Kurd û yên enternasyonalîst karîbûn xewnên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bin kavilên bajêr de binax bikin.

Kurdan û neteweyên ku destekê didin doza Kurdî bi dehan bajarên Tirkiyê û seranserî cîhanê veguhastin qadên xwepêşandanan ku rojane li dijî destekdayîna dewleta Tirk a dagirker ji bo DAIŞ'ê û bêdengiya hêzên navneteweyî, li qadan bûn.

Şerê Kobanê ku tê de bêhtirî 6 hezar çete di 5 mehan de hatine kuştin, li pêşiya DAIŞ'ê asê ma ku tevî destekdayîna Tirkiyê nekarî bajêr kontrol bikin.

Piştî şer bi çend mehan, damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat ragihandin.

Bajar û gundên sûrî, yek bi yek ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, wek Minbic, Tebqa û Reqayê, ta ku li dawiyê DAIŞ di rûbereke ne zêdetirî hezar metreyên çargoşe de li Baxozê, hate dorpêçkirin. 3 hezar çete xwe radestî QSD'ê kirin û bi hezaran yên din jî di şerên giran de dîl hatin girtin.

Di sala 2019'an de di çarçoveya tunekirina terora cîhanî di serî de DAIŞ, bûyerên herî girîng qewimîn ku QSD`ê piştî şerê 63 mehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ li Baxozê dorpêç kir.

JI 10 SALAN VE ŞER LI KOBANÊ RANEWESTIYAYÎ YE

Di 10 salên şer de, bi dehan tonên teqemeniyê bi ser Kobanê de barîn, heta niha jî bi sed hezaran şênî li vê kantonê û li ber metirsiya dewleta Tirk a dagirker dijîn.

Êrişên "Cebhet El Nesra" û çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera salên 2012 û 2015'an de li dijî Kobanê beşeke planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina bajêr bû, bajarê ku ji bo Kurdan sembolîk bû û piştî têkbirina DAIŞ'ê ji bo seranserî cîhanê bû nimûneya berxwedanê.

Heta niha jî têkçûna dewleta Tirk a dagirker di Kobanê de li zora wê çûye, ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de jî piştî ku deriyê sînor li ber DAIŞ'ê vekir, çeteyan komkujiyek pêk anî û di encamê de 250 welatî jiyana xwe dest dan.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker di 3 salên borî de 22 caran bi rêya balafirên bêmirov ên biçek Kobanê û gundewarê hedef girt, ku heta niha di encama wan êrişan de 31 welatiyên sivîl bûn qurbanî, hemwextî wê jî bi dehan gundên rojava û rojhilatê Kobanê bi awayekî rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van kiryaran ew e ku bi deh hezaran şêniyên Kobanê koçber bike, herêmê vala bike û wê dagir bike. Lê ev armanc pêk nehatin, her wiha şerê aborî bi rêya qutkirina ava çemê Firatê ku wek çavkaniyeke sereke ya jiyana kantonê ye û şerê taybet bi rêya belavkirina madeyên hişbirê ji bo xerabkirina navê Kobanê, dimeşîne.

Tevî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, kantona Kobanê di nava aramiyê de ye û şênî jî di çarçoveya amadekariya parastina bajêr li hember êrişên pêşbînkirî yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê de, xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye.

Tevî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî kantonê, dîsa jî bi hezaran şêniyên wê dadikevin qadan û alên berxwedanê hildidin, teqezî bi bawerî û piştgiriya xwe bi QSD'ê û şerê şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê dikin.

(mh/şx)

ANHA