​​​​​​​Pisporên misirî: Tifaqa Şam û Rêveberiya Xweser dê yekitiya Sûriyeyê mîsoger bike

Pisporên misirî diyar kir ku nêzîkbûna hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser dê Sûriyeyê xurt bike û yekitiya wê mîsoger bike.

​​​​​​​Pisporên misirî: Tifaqa Şam û Rêveberiya Xweser dê yekitiya Sûriyeyê mîsoger bike
27 ÇILE, 2023   01:50
QAHÎRE – MUHSIN EL MISRÎ

Pisporên ji Misirê der barê nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hişyarî da û diyar kir ku dewleta Tirk sedema aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha got dewleta Tirk ji bo ku xwe ji aloziya xwe ya hundirîn xilas bike, hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike.

/kr/uploads/files/2023/01/26/192039_.webp

Nivîskar û rojnamevan Îlhamî El Milêcî anî ziman ku xetere li ser dewleta Sûriye û yekitiya xaka wê hene û diyar kir ku hewldanên rejîma Tirk hene ku li ser hesabê yekitî, hêz û hevgirtina dewleta Sûriyeyê xwe ji aloziyên xwe yên hundirîn xilas bike.

Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku li hemberî van xetereyan tifaqa hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser pêwîstiyek e û wiha domand: "Berjewendiyên her du aliyan di parastina yekitî û hevgirtina dewleta Sûriyeyê de heye. Divê ev berjewendî li ser bingeha mafên çandî, civakî û demokratîk ji bo tevahî pêkhateyên etnîk, mezhebî û olî be."

El Milêcî bal kişand ser astengiyên li pêşiya vê tifaqê û got: "Yên ku tifaqên wiha asteng dikin, hêzên hundirîn û navxweyî ne. Ji ber ku ew berjewendiyên xwe di tifaqa yekitiya xaka Sûriyeyê de ku tevahî welatiyên wê diparêze û pêwîstiyên wan ên sereke dabîn dike, nabînin."

Îlhamî El Milêcî da zanîn ku heke tifaq di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de çêbe dê teqez bandoreke erênî li yekitî û hêza dewletê bike ku tevahî beşên civakê digire nava xwe.

El Milêcî anî ziman ku heke tifaq were astengkirin dê bandorên neyînî li yekitiya xaka Sûriyeyê û hevgirtina pêkhateyên wê bike û got: "Dê aloziyên siyasî dewam bikin û dê nakokiyên di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê li ser esasê enîk, herêmî û siyasî çêbin. Di encamê de dê çavnebariyên hêzên herêmî li xaka Sûriyeyê pêk werin û projeyên wan ên mêtingeriyê yên berfireh bi hêsanî bi cih werin."

Nivîskarê misirî û damezrînerê Yekitiya Cîhanî ya Welatiyên Misirê Behcet El Ubeydî jî got gelê Kurd ji pêkhateyên herêmê ye, nabe daxwazên wî werin paşguhkirin.

El Ubeydî anî ziman ku azarên ku gelê Kurd dikişîne ji dewletekê heta dewletekê din ji hev cuda ne û wiha pê de çû: "Sedema vê yekê şêwazê rêveberiyê ya li her dewletekê ye ku Kurd lê dijîn. Mînak, li Iraq û Sûriyeyê heta asteke baş pêkhate bi hev re dijînin. Kurdên li Tirkiyeyê heta asteke mezin tên dûrxistin. Em dibînin ku tifaqa rejîma serok Esed a li Şamê bi Rêveberiya Xweser dê sûdê li tevahî gelê Sûriyeyê bike. Ev tifaq dê rê li ber destwerdanên derve, eger Tirkiye be yan jî komên terorîst mîna DAIŞ’ê, bigire.”

/kr/uploads/files/2023/01/26/192049_.webp

Behcet El Ubeydî da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya tifaqa di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dewleta Tirk e û got: "Tirkiye hemû hewldanan dike da ku Kurdan li her derê tune bike, wan diçewisîne da ku wan ji daxwazên wan ên rewa dûr bixe.”

El Ubeydî bang li hikumeta Şamê kir ku bi îdiayên “rejîma Erdogan a terorîst” bawer neke û Erdogan sedema sereke yê xirabûna rewşa Sûriyeyê ye. Her wiha bang li berpirsên hikumeta Şamê kir ku ji siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk hişyar bin.

Behcet El Ubeydî bang li hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser kir ku ji bo siberoja pêkhateyên gelê Sûriyeyê destê xwe bixin destê hev û got: "Ji bo vê siberojê pêwîstî bi kedeke mezin a hemû pêkhate, mezheb û berpirsên dewleta Sûriyeyê heye."

(bb)

ANHA