Di meşa li Stenbolê de 80 kes hatin destgîrkirin-Hat nûkirin

Di meşa li Stenbolê de ku ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 80 kes hatin destgîrkirin.

Di meşa li Stenbolê de 80 kes hatin destgîrkirin-Hat nûkirin
6 mijdar, 2022   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

80 kesên ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li Stenbolê bi meşê şermezarkirin hatin binçavkirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistan li dijî şervanên HPG'ê bi meşekê şermezar kir. Polîsan êrişî meşa ku li gelek cihan hate lidarxistin kirin.

Girseyê tevî êrişa polîsan jî ber bi Rêxistina HDP'a Bajêr ve meşiyan, li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kirin û ji bilî Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan gelek siyasetmedar û welatî bi kelemçeya paş ve hatin destgîrkirin. Herî kêm 80 kesên ku hatin destgirîkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr ku li ser Cadeya Vatanê.