​​​​​​​12 parlamenteran Parlamentoya Başûrê Kurdistanê boykot kirin

Dema pêncem a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 4 salên xwe temam dike, lê bi pejirandina yasayekê temenê xwe bi salekê dirêj kiriye. Li ser vê yekê 12 parlamenteran xwe ji parlamentoyê vekişandin û gotin: “Hemû sazî û dezgehên sereke yên dibin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane.”

​​​​​​​12 parlamenteran Parlamentoya Başûrê Kurdistanê boykot kirin
6 mijdar, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ Cotmeha 2022’yan de Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Di 9’ê Cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema 5’an a xwe dirêj kir. Dema parlamentoyê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.

Li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê nerazîbûnên parlamenteran dewam dikin. 12 parlameneran xwe ji parlamentoyê vekişandin.

12 parlamenterên Koma Dadgeriya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe yên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ew parlamentoyê boykot dikin.

Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di daxuyaniyeke çapameniyê de behsa helwesta wan ya li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê kir û wiha axivî: “Çawa ku demê yasayî yê Parlamentoyê temam bûye, heman şêweyî demê yasayî yê serokatiya Herêmê, hikûmet, meclîsên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye. Hemû sazî û dezgehên sereke yên dibin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane.”