​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"

Kongra Star li Dêrikê paneleke diyalogê bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" li dar xist, tê de jineolojiya ku xwe dispêre firê rêber Abdullah Ocalan şîrov kir.

​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
​​​​​​​Li Til Birakê panela bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî"
6 mijdar, 2022   13:37
QAMIŞLO

Panel li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê Til Birakê ya Qamişloyê hate lidarxistin, tê de jin, şêniyê navçeyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di panelê de endama rêveber a Meclisa navçeya Til Birakê Leyla El Zexîn li ser rola jinan di civakê de û astengiyên li pêşberî wan axivî û wiha got: "Em hemû şêweyên tundiyê ku li dijî jinan pêk hatine ji bîr nakin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin xwe rizgar bikin, xwe bi rêxistin bikin."

Leyla da zanîn ku jin bi beşdariya xwe di hûrgiliyên rêveberî, sivîlû civakî û siyasî de bingeha projeya neteweya demokratîk in.

Di panelê de sînevîzyonek li ser kar û çalakiyên akademiya jineolojiya hate pêşandan.

Her wiha berdevka Kongra Star a Qamişloyê Gulistan Gulo rola jinan li hember hemû astengiyên li pêşberî wan derketine ku rola wan di gihandina civakeke azad de qels bikin, pîroz kir û wiha got: "Lidarxistina mîna van panelan ji bo vê qonaxê pir girîng e. Dewleta Tirk ne tenê jinên li Rojava hedef digire, lê belê hemû jinan li ku derê dibe hedef digire."

Gulistanê wiha domand: "Heta jin mafên xwe nas bikin, divê nêrîneke wan a zelal li rastiya xwe hebe, ji vir jî girîngiya jineolojiyê ku xwe dispêre fikrê bingehîn ê rêber Ocalan, tê.

Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo têkbirina zihniyeta baviksalarî, adata û kevneşopiyan pêşkêş kirin.

Li ser girîngiya lidarxistina vê panelê, berdevka Kongra Star a Qamişloyê Gulistan Gulo wiha got: "Em tevgera jin di Kongra Star de û bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku rêber Ocalan dest pê kiriye, me gelek panel li ser asta Qamişlo li dar xistin. Di panelan de fikir û nîqaşên li ser jineolojiyê hatin nîqaşkirin. "

(fr)

ANHA