SOHR: Li rojavayê Idlibê 6 kes hatin kuştin

Di topbarana bi zêdetirî 30 moşekan li ser rojavayê Idlibê de 6 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn. Hemwextî wê balafirên Rûsyayê 4 êrişên hewayî pêk anîn.

SOHR: Li rojavayê Idlibê 6 kes hatin kuştin
6 mijdar, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana bi zêdetirî 30 moşekan li ser rojavayê Idlibê, kampa Meram û kombûnên penaberan li herêma Kefer Calis de ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve 6 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.

Hemwextî wê balafirên şer ên Rûsyayê 4 êriş li dijî daristanekê li rojavayê Idlibê pêk anîn. Agahiyên der barê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Duh hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran êrişî derdora gundê Kensefira yê başûrê Idlibê kir. Her wiha bi moşekan derdora bajarokê Maret El Nasan topbaran kir.

(şx)