​​​​​​​Girseya gel ji bo 'Meşa Mirovahiyê' kom bû

Li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla, li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 'Meşa Mirovahiyê' tê lidarxistin.

​​​​​​​Girseya gel ji bo 'Meşa Mirovahiyê' kom bû
6 mijdar, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Platforma Koçê tê lidarxistin.

Girseya gel ji bo meşa ku wê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê bê lidarxistin, li bajarokê Tilqebînê li hev kom bû.

Ji bo meşê gelek kes li hev kom bûn. Girseya gel li gelek nuqteyan li hev civiya û piştî ku li ber avahiya HDP'ê ya Bajarok daxuyaniyê bide çapemeniyê wê dest bi meşê bike.