Hevdîtina diyaloga kurdî-erebî: Çarenûsa her du gelan yek e

Hevdîtina diyaloga kurdî-erebî ya ku duh li bajarê Bochum ê Almanyayê dest pê kir, bi encamnameyekê bi dawî bû. Hate gotin ku hevdîtin gavek ber bi avakirina têkiliyeke hevgirtî ya mayînde ya di navbera her du aliyan de ye.

Hevdîtina diyaloga kurdî-erebî: Çarenûsa her du gelan yek e
6 mijdar, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamnameyê de hate gotin: "Di çarçoveya lêgerîna li şiyarkirina nirxên lêborîn, jiyana hevbeş di navbera Ereb û Kurdan de, Navenda Kurdî ya Lêkolînan û Komeleya Tolerance e.v hevdîtinek li bajarê Bochumê yê Almanyayê li dar xist. Kesyaetên çandî û jin ên Kurd û Ereb beşdarî hevdîtinê bûn."

Her wiha hate diyarkirin ku di hevdîtinê de dozên girêdayî diyalogên erebî-kurdî, encam, bandor, alav û asyonên wê, rewşa jinan di her du civakan de, xalên hevbeş, astengî, çarenûsa hevbeş û xurtkirina têkiliyên her du civakan hatine nîqaşkirin.

Di dawiyê encamnameyê de hate gotin: "Beşdaran di rûniştina dawî de alav û pêşniyar  diyar kirin da ku ev diyalog bibe gava destpêkê ya ber bi diyalogên din ve ku armanc dike danheveke sûdmend û girîng di têkiliyên hemahengî, hevgirtî û dewlemend di navbera Kurd û Ereban de pêk bîne. Her wiha beşdaran li ser domandin û xurtkirina mîna van diyalogan li hev kirin."

Ji herdu pêkhateyan 30 kesayetên siyasî, çalakvan û akademîsyen beşdarî hevdîtinê bûn.