​​​​​​​Welat Derwîş: Dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemên Dîcle û Firatê dibe sedema karesatan

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker piştî şerê wê yê leşkerî li herêmê bi bin ket, avê û dosyaya aborî ji bo şantajkirina Rêveberiya Xweser bi kar tîne ku armancên xwe pêk bîne.

​​​​​​​Welat Derwîş: Dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemên Dîcle û Firatê dibe sedema karesatan
15 cotmeh, 2022   04:40
REQA-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm dike û ev yek jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek deverên Sûriyê dibe sedema karesatan. Êdî jiyana bi milyonan sûrî ji ber ku kêmbûna rêjeya çemê di xetereyê de ye. Ji 27’ê Çileya 2021’ê de anku ji 20 mehan ve kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê dewam dike.

Hevserokê Nivîsgeha Enerjî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş ji ajansa me re li ser rewşa mezintirîn çemê li Sûriyê; çema Firatê, li gel dewama qutkirina ava çemê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve axivî.

Derwîş wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker çemê Firatê wek kaxizeke zextê li dijî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 2015’an ve bi kar tîne. Wê jî dema Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, dest pê kir. Dewleta Tirk a dagirker piştî şerê wê yê leşkerî li herêmê bi bin ket, avê û dosyaya aborî ji bo şantajkirina Rêveberiya Xweser bi kar tîne.”

Li ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji qutkirina avê, Welat Derwîş wiha domand: "Kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê xwedî gelek armancan in, weke teşwîqkirina li ser koçberiyê, valakirina herêmê û koçberkirina şêniyan e.”

Niha dewleta Tirk a dagirker di çirkeyê de 200 metrekab av berdide. Lê li gorî peymana di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de di 1987’an de hatiye îmzekirin divê di çirkeyê de 500 metrekab av bihata berdan.

‘KÊMBÛNA AVÊ LI SER HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BANDORÊN GIRDAN ÇÊDIKE’

Gola Firatê ku mezintirin gola li Sûriyê ye, 6 metre ava wê daket. Lê li gorî rûmbera golê ku nêzî hezar kîlometre çargoşe ye, ew mîqdareke mezin e. Her wiha ava çemê kehrebê dide herêmê û ava ji herêmên Reqa û Dêrazorê re dabîn dike. Di havîna 2021’ê de rêjeya herî kêm a golê hate tomarkirin.

Li ser wê yekê Derwîş da zanîn ku golên bendavên Firat û Tişrînê pir kêm bûne, wê jî bandorek li kêmkirina dayîna kehrebê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir.

Derwîş wiha pê de çû: "Piranî stasyonên ava vexwarinê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê ji xizmetî derketin, her wiha bandor li saktora masîvaniyê kir. Rêjeya zeviyên çandiniyê kêm bû."

‛HIKUMETÊN SÛRIYÊ Û IRAQÊ BÊ DENG IN’

Li ser tevgera hikumetên Sûriyê û Iraqê li hember dosyaya çeman Derwîş ev tişt got: "Hîna hikumetên Sûriyê û Iraqê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên der barê ewlehiya avê de bê deng in. Hikumeta Bexdayê dikare zextê li Enqereyê bike ku para Sûriyê û Iraqê ya xwezayê ji ava çeman bide. Mezinahiya pevguherîna bazirganî di navbera Iraqê û dewleta Tirk de salane digihîne 20 milyar dolar. Bi wê re Iraq dikare vê kaxizê weke zextekê li ser wê pêk bîne. Lê li gel tevlihevî û rewşên siyasî yên bêîstîqrar li Iraqê tu aliyek tune ye ku li hember van kiriyaran tev bigere."

Derwîş ev tişt anî ziman: "Hikumeta Şamê jî di rewşên zehmet re derbas dibe û dewleta Tirk a dagirker van rewşan li gorî xwe bi kar tîne û ava çemê Firatê kêm dike."

Welat Derwîş wiha dawî li gotina xwe anî: "Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser dosyayên mirovî ji rêxistinên navneteweyî yên têkildar re pêşkêş kirin, her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya li ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker agahdar kirin, lê bê sûd e."

Ajansa Fezayî ya Ewropayê di Tebaxa par de dîmenên peykî belav kirin ku tê de nîşan didin ka asta gola Firatê li gorî salên berê bi rêjeyeke "tirsnak" kêm bûye.

(fr)

ANHA