​​​​​​​‛Ruxmî hewlên lihevkirinê bi Şamê re dewleta Tirk dev ji projeyên mêtingeriyê bernade’

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya cîgirê wezîrê karên hundir li gundewarên Helebê yên dagirkirî geriyan. Çapemeniya dewleta Tirk jî navê "Çobanbey" li bajarokê El Raî yê Sûriyê kir. Dr. Ehmed El Durzî got "Ev yek binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî ye. Dewleta Tirk tevî propagandaya lihevkirinê ya bi hikumeta Şamê re, dev ji projeya xwe bernade."

​​​​​​​‛Ruxmî hewlên lihevkirinê bi Şamê re dewleta Tirk dev ji projeyên mêtingeriyê bernade’
15 cotmeh, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Gelek rayedarên dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya cîgirê wezîrê karên hundir Îsmaîl Çatakli tevî waliyên Dîlok û Kilîsê li gundewarên bakurê Helebê yên dagirkirî geriyan.

Ev ger ne ya yekem e, piştî ku serokkomarê dagirkeriya Tirk Receb Tayyîp Erdogan di Gulana borî de plana bi navê "projeya vegera bidilxwazî ​​ya milyonek koçberên sûrî" ragihandibû, rayedarên dagirkeriya Tirk gerên xwe li herêmên Sûriyê yên dagirkirî zêde kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vê projeyê hewl dide berê penaberên sûrî yên li Tirkiyê bide herêmên Sûriyê yên dagirkirî. Vê yekê ji bo bicihkirina wan dike, ew jî piştî koçberkirina niştecihên resen ên wan deveran û guhertina demografiya wan pêk tê.

‘BINPÊKIRINEKE EŞKERE YA HEMÛ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ YE’

Cîgirê wezîrê karên hundir ê dagirkeriya Tirk û li gorî ku wesif kir behsa girîngiya "jiyana asayî" ya li van deveran û asta bandora wê li ser projeya "vegera bidilxwazî" kir ku hikumeta welatê wî hewl dide pêk bîne.

Hemwextî axaftina cîgirê wezîrê karên hundir ê dagirkeriya Tirk a li ser "jiyana asayî" û propagandaya welatê wî ya bi navê herêma ewle, li herêmên dagirkirî bi rojan şer û pevçûnên bixwîn di navbera komên çete de rû didin.

/kr/uploads/files/2022/10/14/191007_untitled-1.webp

Çalakvan û nivîskarê siyasî yê sûrî ji Şamê Dr. Ehmed El Durzî têkildarî mijarê wiha got: "Ev serdana cîgirê wezîrê Karên hundirîn ê dewleta Tirk ji devera El Raî ya li gundewarê bakurê Helebê, nîşaneya siyaseta dewleta Tirk a li hember Sûriyê bi giştî ye. Bi taybetî ku ev berpirsê Tirk nûnertiya aliyeke fermî yê hundir ku bi dozên navxweyî ve mijûl dibe, dike. Ev serdan bi awayekî eşkere binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî û destdirêjiya li serweriya welatan e ku rewşeke li dijî rastiya gelê wê berdewam dike."

‘HER ÇI QAS BEHSA LIHEVKIRINÊ BÊ KIRIN JÎ DEWLETA TIRK DEV JI PROJEYA XWE BERNADE’

Ev serdan hemwextî gotegotên têkildarî lihevkirina di navbera dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de pêk tê. Li gorî hin raporan, her du aliyan dest bi pêngavên destpêkê kirine, di nav de guhertina dagirkeriya Tirk ji berpirsên dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê. Her wiha ev jî hemwextî wê yekê ye ku çeteyên "Tehrîr El Şam" rêyên ber bi dergehên bazirganî yên bi hêzên hikumeta Şamê re vedikin. Hikumeta Şamê jî li gorî raporan, erka Beşar El Ceferî ji cîgirê Wezîrê Karên Derve guhert û bû balyozê wê yê li Moskovê, da ku serokatiya şandeya hikumeta xwe di dan û standinên plankirî yên li Rûsyayê de, bike.

Karîna hikumeta Şamê ya ku bihêle dagirkeriya Tirk dev ji timakarî û projeya xwe berde û hêzên xwe yên ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine derbixe, pirsan li cem welatiyên Sûriyê derdixe holê.

 El Durzî armancên vê gerê wek armancên curbecur dinirxîne û têkildarî wan nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ev peyamek ji komek aliyên xwecihî, herêmî û navneteweyî re ye. Li ser asta xwecihî ji Şamê re peyameke zelal e ku dan û standin û hewldanên ku di navbera Sûriye û dewleta Tirk de ji bo lihevkirinê tên kirin, dê ne li ser hesabê projeya tirkî be ku hewl dide li gorî peymana Mîsaqî Millî, avakirina herêmeke girêdayî wê ya bi navê herêma ewle ye."

Ji bo peyama duyemîn jî El Durzî wiha domand: "Ew peyamek ji bo sûriyên li hundirê Tirkiyê û li van deveran e ku di bin kontrola rêxistinên çekdar ên sûrî de ne ku Enqere piştgiriya wan dike û dê dewleta Tirk dest ji wan bernede. Her wiha vê peyamê jî didin ku herêma ewle dê bibe çareserî ji bo penaberên sûrî, ew jî bi rêya bicihkirina wan li deverên ku ew dixwaze di salên pêş de bi awayekî daîmî tev li axa xwe bike. Peyama din jî ji bo hêzên herêmê ye ku lihevhatina bi Şamê re dê ne li ser hesabê projeya tirkî be."

‘HERÊMA EL RAÎ VEGUHERÎ ‘ÇOBANBEY’...  DESTKEFTIYEKE RASTEQÎN A MÎSAQÎ MILLÎ YE’

Hêjayî gotinê ye û cihê gumanê ye ku di vê gerê de medyaya fermî ya dewleta Tirk li ser navê "Çoban Mistefa Paşa" ku yek ji zilamên Împaratoriya Osmanî ye, navê herêma El Raî ya Sûriyê kir "Çoban Bey". Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên dagirkirî weke beşek ji xaka dewleta Tirk dibîne û dest bi cîbicîkirina Peymana Mîsaqî Millî ji herêma El Raî û hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî kiriye.

Di sala 2003'yan de, piştî hatina ser desthilatê, serokkomarê Tirkiyê yê wê demê, Abdullah Gul di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke tirkî wiha got: "Tirkiye di hundirê Anatolyayê de xeniqandin û li wir girtî nabe, sînorên temam ên dewleta Tirk ne sînorên fermî ne, bandor û berjewendiyên Tirkiyê ji sînorên wê derbas dibin."

Gava ji Gul hat pirsîn, "Ma ev Osmaniyeke nû ye? Gul wiha got: "Hûn çawa wesif dikin bikin, Balkan, Rojhilata Navîn û Asya Navîn deverên ku me ji nêz ve eleqedar dikin in û nabe dewleta Tirk tenê bi Anatolyayê ve were asêkirin ."

Erdogan jî di 15'ê Tîrmeha 2012'an de wiha gotibû, "Ew sedemên mijûlbûna me ya bi Sûriyê re ji me dipirsin, bersiv pir hêsan e. Ji ber ku em welatek in ku li ser Împaratoriya Osmanî hatiye damezrandin. Em neviyên Selçûqiyan in, neviyên Osmaniyan in, em di tevahiya dîrokê de neviyên bav û kalên xwe yên têkoşîn kirine ne.”

Di 11'ê Çileya 2018'an de Erdogan wiha got, "Bakurê Sûriyê di nav sînorên Peymana Mîsaqî Millî de bû..."

Çalakvan û nivîskarê siyasî yê sûrî El Durzî li ser vê yekê ev axaftin kir: "Dema ku dewleta Tirk navê Çoban Bey li vê herêmê dike, bi delîlên zelal piştrast dike ku ev herêm bi awayekî bêveger bûye weke herêmeke Tirkî. Bi rastî, ji dema ku di 24'ê Tebaxa 2016'an de derbasî Cerablusê bû, kar li ser Mîsaqî Millî tê kirin û paşê dagirkirina herêmên din ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Her wiha dagirkirina Idlibê ku ji aliyê komên îslamî yên çekdar ve tê kontolkirin. Li ser Peymana Mîsaqî Millî bi lez û bez xebat tê kirin, ew xwe wisa dibînin ku wan beşeke mezin jê pêk anîne û ji bo dagirkirina herêmên din li benda derfeteke nû ne."

Gelê Sûriyê ji dûbarebûna senaryoya Îskenderûnê li van deveran ditirsin, ku bi razîbûna hêzên navneteweyî yên ku li hember van kiryaran bêdeng dimînin, referandumeke şeklî ji bo girêdana wan bi sînorên dewleta Tirk re were kirin.

Dr. Ehmed El Durzî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eşkere ye ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li van herêman, berdewam dikin. Ew bi vê serdanê piştrast dikin ku bê guman herêm bûye parçeyek ji sînorên dewleta Tirk, her wiha sûriyên li ku wir dijîn an jî yên ku wê ji bo wir werin veguheztin girêdayî Tirkiyê ne. Di heman demê de diyar dikin ku pirsgirêka penaberên sûrî yên li hundirê Tirkiyê bi veguhestina wan ji bo wê deverê dê were çareserkirin, da ku wan di çarçoveya têkoşîna hilbijartinên pêşwext de ji bo serokatiya dewleta Tirk bi kar bîne."

(hs)

ANHA