Dagirkirina Kerkûkê: Nexşeya niha dubarebûna senaryoya 2017`an e

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ger desthilata Başûrê Kurdistanê bi vê şêwazê niha berdewam bike û li siyaseta xwe venegerin, li ser asta neteweyî, herêmî û cîhanî dê karesatên ji yên 2017’an mezintir bên serê wê.

Dagirkirina Kerkûkê: Nexşeya niha dubarebûna senaryoya 2017`an e
15 cotmeh, 2022   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî 16'ê Cotmeha 2017`an êrişî xaka Başûrê Kurdistanê kiribû û di encamê Mûsil û Kerkûk hatin dagirkirin. Hêzên PDK û YNK’ê bêyî li ber xwe bidin, ji van herêman vekişîbûn ku di nav çend saetan de Kerkûk radestî hêzên Iraqê û Heşdî Şabî kirin. Di wê demê de serokê PDK'ê Mesûd Barzanî li xwe mikur hat ku wan Kerkûk teslîm kiriye.

Armanceke dewleta Tirk ew e ku Kerkûk û Mûsilê dagir bike. Ji bo vê dagirkeriyê komên çete yên Tirkmen perwerde dike. Ev komên çete ji aliyê MÎT`ê ve tên perwerdekirin û mûçeyên wan jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê dayîn. Têkildarî vê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide hinek hêzên alternatîf ji Heşdî Şabî û leşkerên Iraqê re li Kerkûk û Mûsilê çêke.

Têkildarî salvegera dagirkirina Kerkûkê ji aliyê arteşa Iraqê û Heşdî Şabî ve cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ajansa me re axivî.

‘PIŞTÎ REFERANDUMÊ DESTKEFTÎ JI DEST ÇÛN’

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku di encama plana referandumê de Kerkûk û herêmên din hatine dagirkirin û got: “Dewletên herêmê bi hevkariya hin hêzên cîhanî hewl da pêşketina Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurd lawaz bikin û têk bibin. Ji ber wê yekê jî plana referandumê çêkirin. Referandum tişteke li dijî Kurd û Kurdistanê bû. Referandum planeke ji bo têkbirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû. Piştî referandumê 16’ê Cotmeha 2017’an Iraqê êrişî deverên ‘madeya 140’ kir û piraniya wan dagir kirin. Kerkûk, Mûsil, cihên nêzî Silêmanî û Hewlêrê jî di nav de ne. PDK`ê dema razî bû ku referandum li Kerkûk û deverên din bê kirin, kete xeleteyek stratejîk. Dost û dijminên Kurdan hemûyan digot referandumê nekin. Ji ber ku dê destkeftiyên we ji destê we herin. Destçûna Kerkûkê, Mûsil, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, girêdayî planekê ye. Di heman demê de piştî ku referandum hat çêkirin, PDK û hêzên din ên Başûrê Kurdistanê wek hikumet xwe amede nekir ku deverên madeya 140 biparêzin ku ji sedî 51 û nîvê axa Kurdistanê pêk tînin. Xala ji vê xirabtir ew bû ku hêzên Kurdistanê YNK û PDK di nava xwe de nakok bûn. Hem ji bo kirina referandumê hem jî ji bo parastina Kerkûk û herêmên madeya 140 nakok bûn.”

‘NEXŞEYA ÎRO SENARYOYA 2017`AN E’

“Niha jî em baş dibînin nexşeya îro ya li pêşiya me dubarebûna heman senaryoya 2017’an e.” Berwarî bi vê nirxandinê diyar kir ku ger desthilata Başûrê Kurdistanê bi vî aqil, sîstem, hişmendî û şêwaza niha berdewam bike, li xwe û siyaset xwe venegere, li ser asta neteweyî, herêmî û cîhanî dê karesatên ji yên 2017’an mezintir bê serê wê. Berwarî sedema wê jî wiha anî ser ziman: “Ji ber ku gelê Başûr bê vîn hiştine, leşker ji bo parastina Kurdistanê amede nekiriye, yekitî û yekrêziya Kurdan çênekiriye, piştgiriya neteweyî, herêmî û navneteweyî jî ji dest daye. Ji ber wê çendê tenê kaxizek di destê wan de maye; Başûr radestî Tirkiye û Îranê bikin. Ev jî ji aliyê neteweyî ve nayê pejirandin. Dibe ku hêzên cîhanî, Amerîka, Fransa û hêzên din jî vê nepejirînin. Di heman demê de Kurd jî vê napejirînin. Ji ber vê çendê niha berpirsyariyeke exlaqî, neteweyî di stuyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ye. Hem li beramberî Tevgera Azadiyê hem jî li Rojhilat, Rojava û Bakûrê Kurdistanê, Şengalê û Başûrê Kurdistanê.”

‘HIKUMETA BAŞÛR JI JIDESTÇÛNA KERKÛKÊ BERPIRS E’

Berwarî destnîşan kir ku bandora dagirkirina Kerkûkê li ser Başûrê Kurdistanê gelekî zêde ye û wiha pê de çû: “Ji bo axa Kerkûk, Mûsil, hinek deverên din, Şengalê, Xaneqîn û Mendeliyê vegerînin ser axa Kurdistanê ji sala 1961’an heya 1991’an, Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê, ‘Şoreşa Nû’ (YNK wiha bi nav dike) piştî 1975’ê ev 3 şoreş pêk hatin. Di wê demê de jî ji sala 1921’ê heta 1961’an tu carî Iraqê qebûl nekiriye ku Silêmanî, Hewlêr û Dihok Kurdistan in. Lê piştî referandumê, piştî ev guherîn çêbûn, bê guman bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê kir. Êdî dîtin ku ku ev desthilata niha nikare Başûrê Kurdistanê biparêze. Tenê şiklek e, wek baloneke mezin e, çi dema te derziyek lê da, dê ev balon biteqe. Gelê Başûrê Kurdistanê bawerî bi hêza niha li Başûrê Kurdsitanê tune ye. Parastina Kerkûk û deverên din, erkeke neteweyî bû ku dikete ser milê wan. Ew erk bi cih neanîn. Ji ber wê jî berpirsyariya neteweyî û nîştimanî, dikeve stûyê wan û ew di ber gelê Kurd de berpirs in.”

HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN LI KERKÛKÊ

Berwarî, derbarê rola dewleta Tirk di dagirkirina Kerkûkê de û planên wê di rewşa niha de ev tişt got: “Dewleta Tirk û Tirkmen di tevlîhevkirina Kerkûkê de rol dilîzin. Li Kerkûkê yekitî di navbera Kurd-Ereb û Tirkmenan de tune ye. Tirkiye hewl dide hinek hêzên alternatîf ji Haşdî Şabî û leşkerên Iraqê re li Kerkûk û Mûsilê çêbike. Hêzek leşkerî ya mezin bi navê Suniyan çêdike. Hewl didin Baasiyan, kevne Îslamî û kevne DAIŞ`iyan di nava wan leşkeran de kom bikin. Her kes vê dizane, li Başîka, Kerkûkê û gelek cihên Mûsilê, ev kiryarên dewleta Tirk tên dîtin. Amerîka, Brîtanya, Fransa, Iraq û Kurd hemû vê yekê baş dizanin. Ji ber ku ev di bin çavdêriya van dewletan de tê kirin. Ji ber wê jî dibe ku rojek ji rojan Kerkûk bikeve destê Tirkiyê, bikeve destê Îranê. Dibe ku Iraq were û bi temamî herêma Kurdistanê dagir bike. Ji ber vê jî ev peyamek e divê hikumeta Kurdistanê vê baş bi aqilane bixwîne û fêm bike. Û metirsiya vê yên stratejî yên demdirêj baş binirxîne.”

‘PÊNGAVÊN LI BAŞÛR Û IRAQÊ TÊN AVETIN LI DIJÎ ZAGONAN IN’

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku di nav vê rewşa heyî de avanekirina hikumeta Iraqê keraseteke mezin e û got: “Bê guman ne hikumeta Iraqê ne jî ya Başûrê Kurdistanê nabe bersiva aborî, neteweyî, siyasî yên gelên Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku ev salek û çend rojin hilbijartin li Iraqê çêbûne û heta niha nikarin serokek hilbijêre û ne jî pêngavekî biavêje ji bo avakirina hikumeta Iraqê. Ev tê wateya hikumetek kêrnehatiye, parlamentoyeke kêrnehatî ye. Eger hilbijartin jî bên kirin, dê rewşa Iraqê ber bi xirabtir ve here. Jixwe li Başûrê Kurdistanê ev senaryo hatiye çêkirin. Eger hilbijartin neyên kirin û parlamento temenê xwe dirêj bike, ev karesatek e û metirsidar e. Hem pêngavên li Iraqê hem ên li Başûrê Kurdistanê tê avêtin dijî zagonên Iraqê ne. Ji ber vê çendê ev bê zagonî, bê qanûnî li Kurdistan û Iraqê pir metirsîdar e. Divê tevahî gelê Iraqê û bi taybet jî gelê Kurdistanê ji bo astengkirina hewildanên derxistina şerê di navbera Kurd û Ereban û ji bo zagonên Iraqê dijî berjewendiya Kurd û Kurdistanê neyên guhertin gavên pratîk û bibandor biavêjin.”

ANHA