​​​​​​​Pêkhateyê Suryan: Dewelat Tirk bi êrişên xwe nikare îradeya me bişkîne

Suryanên li bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev êriş nikarin îradeya gelê Suryan bişkîne.

​​​​​​​Pêkhateyê Suryan: Dewelat Tirk bi êrişên xwe nikare îradeya me bişkîne
15 cotmeh, 2022   03:20
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bi balafirên bê mirov ên bi çek sivîl, şervan û fermandaran dike hedef. Roja çarşema borî li kampa Newroz a Dêrikê erebeyek kir hedef, di encamê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl ê ji pêkhateya Suryan şehîd bû.

Girêdayî vê yekê, berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro Akad Hena hedefkirina endamê wan û şêniyên herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku ev kiryar li dijî pîvan û nirxên navneteweyî û mirovî ye.

ʹDEWLETA TIRK A DAGIRKER HEMÛ PÊKHATEYAN DIKE HEDEFʹ

Akad Hena diyar kir ku ev êriş di nav bêdengiya civata navneteweyî de li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û armanc jê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Akad Hena axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê heta pêkanîna erkên xwe yên peydakirina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bin.”

'ARMANC TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK E’

Welatiyê bi navê Afram Somî hedefkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe teqez dike ku ew cudahiyê naxe navbera tu pêkhateyan, ji ber ku armanca wê qirkirina gelan û têkbirina aştî û jiyana hevbeş a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”

Somî îşaret pê kir ku hevgirtina gelê herêmê û yekbûna xwîna Suryan, Kurd û Ereban tirsê dixe dilê Erdogan û rêjîma wî ya faşîst

Efram Somî diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk dê îradeya wan û ya gelên azadîxwaz têk nebe û bêdengiya navneteweyî û dewletên garantor şermezar kir, her wiha soz da ku ew wek xwediyên resen ên vê xakê dê li ser şopa şehîdan bin.

'BERDEWAMIYA KOMKUJIYA SÊFO’

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Fenar Îsa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li  Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Sutoro ne tenê li dijî pêkhateya Suryan e, lê belê li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û wek berdewamiya komkujiya Sêfo ya 1915’an a li dijî gelê me tê nîşandan.”

Fenar Îsa soz da şehîdan û gelê xwe ku berxwedanê bidomîne û teqez kir ku ev êriş nikarin îrade û hevgirtina wan têk bibin.

(mh)

ANHA