Daxuyaniya Hemasê û êrişa ragihandinê ya Şamê; nêzîkbûna berjewendiyê

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ragihand ku têkiliyên wê bi hikumeta Şamê re vegerin. Lê Hikumeta Şamê tu însiyatîfên pêşwazîkirinê nîşan neda. Her wiha bi rêya ragihandinê êrişî Tevgera Hemasê kir. Bi wê re nîşaneyên nû derketin holê ku dê têkiliya navbera Hemas û Şamê de kontrol bikin.

Daxuyaniya Hemasê û êrişa ragihandinê ya Şamê; nêzîkbûna berjewendiyê
26 îlon, 2022   04:37
XEZA-OMER MÛSA

Piştî derdora 20 salan ji qutbûna têkiliyan, Tevgera Hemasê ragihand ku wê têkiliyên wê bi hikumeta Şamê re vegerîn. Hemasê bi daxuyaniyekê got: "Em bi girîngî berdewama êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê, bombebarankirin, qetilkirin û wêrankirinê û hewldanên parçekirina wê, dûrxistina wê ji rola dîrokî ya aktîf, nexasim li ser asta doza Filistînê dişopînin. Sûriyê gelê Filistînê û komên wê yên berxwedêr bi salan hembêz kirin. Li dijî êrişên li ser wê divê em li rex wê bisekinin."

Lê tiştê diyar dibe û parçebûna di têkiliyan de çêbûye nayên sererastkirin û tiştê tê axaftin şêweyekî cuda ya têkiliyan e.

BANDORÊN VEGERA TEVGERÊ

Ji vegera têkiliyan tê eşkerekirin, ev yek di gel guhartinên di nexşeya hevalbendiyên tevgerê û herêmê bi giştî de çêdibin, ji Qeter û nêzîkbûna wê ya bi Misir û Erebistana Siûdî bigire û encamên wan têkiliyan bi rêxistina Îxwana El Muslimîn re heta bi dewleta Tirk ku xwest têkiliyên giştî bi Îsraîlê re çêke. Her wiha Tevgera Hemasê hewl dide diyalogan bi hikumeta Şamê re pêk bîne, ji aliyekî din jî rola Hizbullah û Îranê di biryara vegerandina têkiliyan bi Şamê re hebû. Ev yek di dosyayên serdana Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê ya ji bo Moskova de eşkere bû.

ŞÊWEYA TÊKILIYÊN BÊ

Daxuyaniya Tevgera Hemasê di medyaya hikumeta Şamê de erênî nebû. Şamê ev daxuyanî wekî "lêborîna tevgera li ser helwesta wê ji Sûriyê re " wesif kir, lê belê heta niha behsa tu mijarên din nekirin û tu parvekirineke fermî ji aliyên hikumeta Şamê ve li ser daxuyaniya tevgerê nehatine kirin.

Şîrovekar û nivîskarê siyasî Hesen Ebdo diyar kir ku hewldanên jinûve vegerandina têkiliyan di navbera Tevgera Hemas û Şamê de xwedî gelek sedemên cuda ne û wiha got: "Ya yekemîn, li gel normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re ku dewam dikin, êdî Hemasê ji ber nexşeya hevalbendiyên xwe û qada ku dibe lê hebe tengijî ye. Ya duyemîn jî, diyar e Sûriye vegera têkiliyan nedixwest, lê bi rêya hevalbendên wê Rûsya, Îran û Hizbullah zext li ser Şamê hate kirin. Pêwîstiya Rûsya ya bi vegera têkiliyên Hemas û Şamê girêdayî guhertinên herêmî û cîhanê, ku şerê ji li Ukranyaê heta hewldanên Rûsya yên xurtkirina hevalbenda xwe Şamê."

Ebdo da zanîn ku tiştê di navbera hikumeta Şamê û Tevgera Hemasê de çêdibe, hewldana îsbatkirina şêweya nû ya têkiliyan e ku li ser esasê berjewendiya ewlehî ya girêdayî bi hevalbendiya seknê ye, heman demê pêdiviya Îranê jî bi wê yekê heye, ji ber girêdaneke wê bi wê hevalbendiyê re heye.

(fr)

ANHA