Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya li Îranê

“Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Mîlliyetgiriya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike.”

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya li Îranê
25 îlon, 2022   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Her diçe êdî gelên bindest li dijî desthiladar û dîktaroran hêrstir dibin û serî hildidin. Bi taybet jî jin pêşengtiya van serhildanan dikin. Her çiqas bi rê û rêbazên cûda gel bindest kiribin û sîstema desthildar danîbin jî civaka heyî nikarîbûn bi temamî zeft bikin. Mirov dikare mînakê Rojhilatê Kurdistanê jê re nîşan bide. Li dijî rejîma Molla li dijî qetilkirina jina ciwan a Seqizî Jîna Emînî (Mehsa) xwepêşandanên hatin destpêkirin êdî her diçê belavtirîn dibe. Jinên ku ji bo Jîna daketina qadan azadî û demokrasiyê beriz dikin. Derbarê vê krîza heyî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Rêber Abdullah Ocalan tînê ser ziman ku gelên Îranê bi dersên ji şoreşê û demên dîrokê derxin, di paşeroja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku karibe rê li ber serdemekê nû veke, bibe sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn.

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk di beşa 5`an Parastina Kurdên di nava pencê qirkirina çandî de Pirsgirêka Kurd û çareseriya Neteweya Demokratîk krîza Îran û Rojhilatê Kurdistanê de şîrove kiriye û çareseriya krîzê jî pêşkêş kiriye.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan derbarê krîza Îran`ê û çareseriyê me kom kir.

ŞÎÎTÎ BI XANEDANIYA SAFEWÎ RE BÛYE ÎDEOLOJIYA DEWLETÊ

Med û Kurdan çandeke wekhev parve kirine. Zerdeştî û Mîtraîzm du çavkaniyên girîng in ku vê çandê di dîrokê de radigihînin. Dewleta pêşî ya Îranî Împaratoriya Pers bi temamî li ser şopa Konfederasyona Med hatiye avakirin. Bi awayekî qonaxeke împaratoriyê ye, Kurd jî têde bi rola sereke rabûne. Di gavavêtina ji serdema destpêkê ya koletiyê ber bi serdema antîk a koletiyê de (B.Z. 1000-500) bi roleke bingehîn radibe. Koledariya antîk a Grek û Romayê hebûna wan bi saya belavbûna Pers, Medan e. Serdema Helenîstîk a bi fethên Skender dest pê kir (300 B.Z.-300 P.Z.), di navbera çanda Rojhilat û Rojava de sentezeke afirîner îfade dike. Roma û Partan, Roma (Bîzans) û Sasaniyan (100 B.Z.-630 P.Z.) bi sedsalan li ser hegemonya dinyayê şer kirin û ev şerên wan rê li ber pêxîrtengiyeke mezin vekir. Di encama van şerên wan de Îslamiyet weke hêzeke hegemonîk derket holê. Rêûresma dewleta Îranê ji fethên Îslamî heta bi avabûna Xanedaniya Safewî (650-1500) di demeke bi qasî hezar salî de ji aliyê Xanedaniyên Ereb, Tirk û Moxol ku ji çanda xwe re xerîb ketibûn, hat temsîlkirin. Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê.

Hîmên Îrana modern di vê demê de hatine danîn. Bi Împaratoriya Osmanî re li ser erdên Kurdistanê şerên hegemonîk meşandin û ev jî bi Peymana Qesr-î Şîrîn 1639 bi encam bûye. Kurdistanê di gavavêtina serdema modern de cara pêşî bi vê peymanê bû du parçe. Ji ber vê peymanê pêkhatina dewleteke modern li Kurdistanê derbeke girîng xwariye. Li cem begtiyên Kurdan polîtîkaya jiyana hevpar a bi hêzên hegemonîk re li ser bingehê xweseriya hundir têra xwe cih girtiye.

TEQLIDKIRINA ROJAVA

Dewleta Îranê ya çend xanedan guhertin, piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn mîna Komara Tirkiyê û Şahtiya Afgan di çarçoveya hesabên hegemonîk ên Ingilistanê de weke dewleteke netewe ya modern ji nû ve hat avakirin. Çawa ku bi M. Kemal re li hev kirin, di berdêla Îraneke xwedî mînîmal desthilatdariyê de Riza Şah jî qebûl kirin. Ingilistanê di vê demê de Komara Tirkiyê, Îran û Şahtiya Afgan a mînîmîze kirî, ji bo Rûsya Sovyetê di Başûr re nikaribe dakeve li ser riya wê weke dewletên netewe yên bi rola tampon radibin hûnand û ava kir. Ev qadên navbihurî nekir rejîmên klasîk ên mêtingeh û ev ne ji bêhzêbûna wê bû, ji ber ku fikarên wê hebûn Rûsya Sovyetê belav bibe. Polîtîkaya dewletên tampon sîstemeke Ingilîz e ku ji serê sedsala 19. ve heta roja me ya îro bi awayekî giştî serketî hatiye pêkanîn. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyekî û teqlîda Rojava kir.

Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê DYE û heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rengê dewleta peyk a dewletên netewe li Rojhilata Navîn bi awayekî herî eşkere bi Xanedaniya Pehlewî hatiye nîşandan. Ev dewletên bi hêza esker û polês li ser piyan hatin girtin, kengî hêza hegemonîk desteka xwe ji wan kişand di rojekê de hilweşiyan. Xanedaniya Pehlewî jî bi vî awayî dawiya wê hatiye.

ŞOREŞ DI DESTPÊKÊ XWEDÎ NAVAROKA NETEWÎ BÛ

Şoreşa Îslamî ya Îranê sala 1979’an bi qasî ku siyasî bû, ewqasî jî şoreşeke çandî bû. Ev şoreşê hêza xwe bi tenê ji rêxistiniya ulemayên Şîî wernegirt; berevajî hêza xwe ya bingehîn ji çanda civakî ya gelê Îranê girt ku rehên wê dadikevin kûrahiya dîrokê. Şoreş di destpêkê de mîna Şoreşên Fransî, Rûs û Anatolyayê xwedî naverokeke neteweyî û demokratîk bû. Xwe disipart hevgirtineke berfireh a hêzên neteweyî û demokratîk. Ev hevgirtina neteweyî û demokratîk a ji piştgiriya kominîstan, ummetgirên Şîî û di serî de Kurd ji beşên din ên gelên welatparêz ên Îranî pêkhatî xwediyên rastî yên serketinê bûn. Lê belê ulemaya Şîî û zumreya bazirgan a çîna navîn ku ji aliyê dîrokî û civakî ve di warê rêûresma rêveberiyê de bi hêz bûn, di demeke kin de hegemonya xwe ava kirin. Hevgirtiyên xwe yên din bi awayekî bêrehm pelixandin.

GER BERÊ XWE NEDE MODERNÎTEYÊ, SERKEFTINA OLÎGARŞIYA ŞÎA KÊM E

Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a hezar salan li pişt xwe weke sîleh digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger bi awayekî bingehîn berê xwe nede tercîha modernîteyê, şensê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e.

BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DU RÊ HENE

Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûrî re berfireh bike. Bi tevahî van hesabên wê qîmeteke xwe tineye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibe. Ya dudiyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (diserî de Îsraîl) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.

HEYE KU PAŞEROJA ROJHILATA NAVÎN DI SER ÎRANÊ RE ŞIKIL BIGIRE

Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hemû hêmanên têne ferzkirin li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku mîlliyetgiriye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin.

Nexasim Îran, rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê serî bi modernîteya kapîtalîst re serî derxîne, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bi karanîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye. Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rêûresma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman, heye ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Mîlliyetgiriya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike.

GELÊ ÎRANÊ WÊ KARIBE RÊ LI BER SERDEMEKÊ NÛ VEKE

Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Mîlliyetgiriya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û wê nikaribe pêşî li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYE û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre. Di çanda Îranê de gera li heqîqetê bi hêz e. Herweha li Îranê rêûresmeke jiyana komî ya bi qasî dîrokê kevin heye.

Lewma di paşeroja nêz a Îranê de heye ku em şerekî rastî yê modernîteyê bibînin. Ya rastî, Şoreşa Îslamî ya 1979’an şerekî modernîteyê bû, lê çeloxwarî kirin, ji rê derxistin. Gelên Îranê bi dersên ji vê şoreşê û demên dîrokê derxin, di paşeroja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku karibe rê li ber serdemekê nû veke, bibe sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn. Ji ber vê, guftûgoyên li ser modernîteya demokratîk û ezmûnên wê yên pratîk gelekî girîng in, û rênîşaner in.

ANHA