​​​​​​​Hikmet Hebîb: Divê Şam ji dêvla nêzîkbûna bi dewleta Tirk re xaka dagirkirî rizgar bike

Hikmeta Hebîb da zanîn ku diviyabû hikumeta Şamê ya îdiaya nîştimanî dike serferberiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ragihîne û li ser nêzîkbûnê Hebîb xîtabî Şamê kir û got: "Mîna van rewş û tevgeran bandorê li rewşa nîştimanî ya Sûriyê dikin."

​​​​​​​Hikmet Hebîb: Divê Şam ji dêvla nêzîkbûna bi dewleta Tirk re xaka dagirkirî rizgar bike
26 îlon, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Hikumeta Şamê beriya axaftina li ser çi nêzîkbûneke bi Enqereyê re, li ser dewleta Tirk şert kiribû ku dagirkirina bakurê Sûriyê bi dawî bike, destek û fînansekirina komên çeteyan bisekinîne.

Dewleta Tirk hewl dide têkiliyan bi hikumeta Şamê re ya bi desteka Rûsya li ser hesabê gelên herêmê bi taybet li dijî projeya Rêveberiya Xweser pêk bîne.

/kr/uploads/files/2022/09/25/184048_-...-.webp

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb wiha got: "Di vê dema dawî de axaftina li ser nêzîkbûna di navbera hikumeta Sûriyê û hikumeta AKP’ê de piştî gelek hevdîtinên ewlehiyê tên kirin. Peywendî di bingeh de di navbera deshilata Şamê û dewleta Tirk de li ser aliyê ewlehiyê qut nebûn. Gelek hevdîtin di navbera wan de ji demekê ve çêdibin. Ev hevdîtin bi awayekî eşkere derketin holê ku dê jinûve têkilî di navbera her du aliyan de vegerin. Ev yek dikeve xizmetî berjewendiya rejîmên navendî yên ku li hev kom dibin û desthilat wan li hev kom dike. Da ku yekser şerê projeya Rêveberiya Xweser bikin."

‛NÊZÎKBÛNA SÛRÎ-TIRKÎ DÊ WELAT BIXE NAVA NAKOKIYÊN NÛ’

Têkildarî kesên sûd û zirarê ji vê nêzîkbûnê Hebîb ev tişt got: "Nêzîkbûn piştî lihevkirinên rûsî-tirkî pêk hat, wê jî bi xwe re nêzîkbûneke di navbera hikumeta Şamê û deweta Tirk a dagirker de li ser hesabê gelê Sûriyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî anî. Dewleta Tirk herêmên fireh li Sûriyê dagir kirine. Di rastiyê de dê bandorên neyênî bi xwe re bînin û welat derbasî nakokiyên nû bikin."

‛EM MÎNA VAN NÊZÎKBÛNÊN BI DEWLETA DAGIRKER RE RED DIKIN’

Hebîb bal kişand ser rewşa piranî herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin û desthilata ewlehiyê ya Şamê û ev tişt got: "Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna van nêzîkbûnan red dikin bi dewleteke dagirker re mîna dewleta Tirk. Peywendiya bi dewleta Tirk re ne kêmî peywendiya bi Îsraîlê re ye, wek hikumeta Sûriyê îdia dike ku Îsraîl Colanê dagir dike."

‛DÊ ŞOREŞEK LI DAR BIKEVE’

Hebîb destnîşan kir ku dewleta Tirk rûberên fireh ji Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û ev tişt anî ziman: "Ev mijar ji bo gelê Sûriyê nayê qebûlkirin û ez texmîn dikim ku dê şoreşek li dar bikeve. Ji ber hikumeta AKP’ê mîna vê nêzîkbûnê bi hikumeta Sûriyê re bi hevkariya Rûsya bi kar tîne da ku sûdê di hilbijartinan de wergire. Ew bi lez vê yekê dike ku têkiliyên xwe ji bo hilbijartinên dewleta Tirk ên bê vegerîne."

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker di 1998’an de "Peymana Edenê" îmze kiribû, dewleta Tirk vê peymanê wek hincet û belge ji bo dagirkirina herêmên Sûriyê dagir bike bi kar tîne.

Hikumeta Şamê li gel ku li ser parastina serweriya Sûriyê diaxive, dikare vê peymanê ku demek di ser îmzekirina wê bi dewleta Tirk re çûye betal bike. Lê dewleta Tirk ji 2016’an ve gelek caran serdestiya xaka Sûriyê bin pê kiriye û gelek bajarên Sûriyê bi rêya bazarî û peymanên di navbera dewletan de li ser hesabê sûriyan, dagir kirin û hikumeta Şamê jî li hember parastina sînorê welêt bê deng e.

Li ser vê yekê Hikmeta Hebîb ev tişt got: "Dema em li ser rewşa nîştimanî di van rewşan de diaxivin, hikumeta Şamê îdia dike ku ew parastina yekitiya xaka Sûriyê dike û bi awayekî dubare Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar dike ku projeyeke qutbûnê heye û rewşa nîştimanî di xeteriyê de ye."

‛GELO ÇAWA DESHILATA ŞAMÊ DESTÊ XWE DIKE DESTÊ DEWLETEKE DAGIRKER’

Hebîb tawanên hikumeta Şamê li dijî projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derewandin û diyar kir ku ev proje projeyeke nîştimanî ya rasteqîn e û nêzîkbûna bi dewleta Tirk re li dijî berjewendiya nîştimanî ye bi taybet dewleta Tirk rûberên mezin ji welêt dagir kirine. Hebîb ev tişt anî ziman: "Gelo çawa desthilata Şamê destê xwe dike destê dewleteke dagir kir ku ji destpêka krîza Sûriyê ve sînorên xwe li pêş terorîstan vekirin û desteka rêxistinên terorîst kir, nemaze DAIŞ’ê ku ewlehî û îstîqra li Sûriyê tev li hev kir. Desthilata Şamê vê yekê dizane û îro têkiliyên nû bi dewleta Tirk re ava dike."

‛DIVIYABÛ HIKUMETA ŞAMÊ KU ÎDIAYA NÎŞTIMANÎ DIKE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIRA’

Li ser vê mijarê Hebîb wiha domand: "Dema desthilata Şamê li ser nîştimaniyê diaxive, rizgarkirina herêmên dagirkirin û parastina sînoran ji bingehên nîştimaniyê ne. Diviyabû hikumeta Sûriyê ku îdiya nîştimaniyê dike serferberiya giştî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ragihîne. Dema dewleta Tirk vekişe û dagirkeriya wê bi dawî bibe, tu dijminahiya me bi gelê Tirkiyê re namîne. Dibe ku têkiliyên cîrantiya baş hebin. Lê rejîmên navendî xwedî yek armanc in ew jî projeyên demokratîk derbe bike û di desthilatê de bidome."

‛DEWLETA TIRK BAZIRGANÎ BI DOZA SÛRIYÊ KIR’

Li ser rola wêranker ku dewleta Tirk di krîza Sûriyê de lîstiye, Hikmet Hebîb destnîşan kir ku rejîma Tirkiyê ji destpêka krîza Sûriyê ve îdiya dostaniya bi gelê Sûriyê re dikir û wiha pê de çû: "Lê belê dewleta Tirk Sûriyê wêran kir, terorîst ji tevahî cîhanê lê kom kirin û ji bo berjewendiyên AKP’ê bazirganî bi doza Sûriyê kir, bazirganî bi penaberên sûrî kir û ew ji bo zext û şantajkirina Ewropa bi kar anîn, miqdarên mezin ên pereyan ji YE’yê bi hincet penaber li Tirkiyê ne, wergirt. Heta bazirganî bi muxalefetê kir ku xwe avêt hembêza wê."

‛EV TEVGER BANDORÊ LI REWŞA NÎŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ DIKIN’

Hebîb xîtabî Şamê kir û wiha got: "Mîna van rewş û tevgeran bandorê li rewşa nîştimanî ya Sûriyê dikin, bi taybet li gel van rewşan. Wêraniya dewleta Tirk li Sûriyê pêk aniye, wêraniyeke mezin e, her wiha guhartinên demografîk li Efrîn û herêmên din pêk anîn û destek da komên terorîst. Dema em li ser diyaloga sûrî-sûrî diaxivin, divê ev yek di çarçoveya nîştimanî de be û mîna van nêzîkbûnan diyaloga sûriyan dereng dixin."

‛DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ LI HESABÊN XWE VEGERE’

Hebîb bang li hikumeta Şamê kir ku li hesabên xwe vegere û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk dewleteke qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Dê mîna van nêzîkbûnan ji berjewendiyên wê re bin û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê bin."

‛HIKUMETA ŞAMÊ XWE DISPÊRE HÊMANA DEMÊ Û BIKARANÎNA HÊZA XWE’

Li ser israra hikumeta Şamê di ferzkirina hegemonî û desthilatiya xwe li ser Sûriyê de Hikmet Hebîb diyar kir ku hikumeta Şamê heta vê kêliyê bi hebûna krîzeke binyad li Sûriyê, tevî wêraniyê, nas nekiriye. Hîna pişta xwe dide hêmana demê û bikaranîna hêzê di çareserkirinê de. Wê bi rêya xwespartina li dewletên destwerdên mîna Rûsya û Îranê pêk tîne û nêzîkbûna wê bi dewleta Tirk li ser vê yekê ye.

‛ÇIMA HIKUMETA ŞAMÊ JI DIYALOGA BI SÛRIYAN RE DIREVE’

Li ser sedema reva hikumeta Şamê ji diyaloga bi sûriyan re, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bêyî destwerdana derve, Hebîb da zanîn ku ew yek ji ber necidiyeta desthilata Şamê di diyaloga bi hêzên nîştimanî û tevahî sûriyan re pêk tê, bi taybet projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, ji ber proje pêşketî ye.

Hebîb diyar kir ku hikumeta Şamê naxwaze şirîkek di çareserkirina nîştimanî de hebe, ji ber dixwaze sîstema navendî bimîne û hewl nade sîstema demokratîk pêk were. Li ser vê esasê ne cidî ye û ew dixwaze Sûriyê vegerîne beriya 2011’an.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb wiha dawî li gotina xwe anî: "Ruxmî niyeta baş ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya parastina herêmê û rizgarkirina wê pêk aniye, lihevkirin di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û artêşa Sûriyê de ji bo parastina sînor çêbûn, lê dewleta Sûriyê hîna negihîştiye baweriya bi çareya demokratîk û dixwaze Sûriyê vegerîne beriya 2011’an."

ANHA