​​​​​​​Komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû

Komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû.

​​​​​​​Komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
25 îlon, 2022   19:00
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan komxebata parastina cewherî li hola Serdem a Hesekê bi dirûşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî, jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibinʹʹ, li dar xist.

Derdora 60 jinên ciwan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Suriyê, endamên Kongera Star û Jinên Ciwan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tev li komxebatê bûn.

Di komxebatî de 2 mijarên sereke; parastina cewherî û girîngiya wê û êrişên li dijî jinan wekî destavêtin, tundî, xebitandin û fihûş hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan ber fereh, beşdar têkildarî xweparastinê li hember pisgirêkên ku rastî jinên ciwan tê û çawa mafên xwe bi dest bixin gelek çareserî pêşkêş kirin:

1- Naskirina hemû mafên jinan.

2-Xweparastin di çarçoveyeke qanûnî de û dev ji mafên xwe bernedin.

3-Xwebawerî û hêza berxwedanê.

4- Divê jin bi cesaret û hişk be li hember tirsonekan.

5-Alîkariyê ji rêxistinên civaka sivîl bixwaze ku erka wê sekna li hember tundiya li ser jinan e.

Komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê jin xwe biparêze. Her wiha divê her jineke ciwan ji hemû qeydan azad be û tevahî mafên xwe bistîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê weke vê komxebatê li hemû cihan were lidarxistin, da ku fikrê jinan li civakê û pêkhateyan belav bikin û her jineke ciwan bi maf û erkên wê bide nasandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin divê perwerdeyên bîrdozî li ser tevahî astan ji jinan re werin dayîn, da ku jin bikare li hember sûcên weke kuştin, destdirêjî û lêdanê bisekinin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê jin şerê gel ê şoreşgerî ji xwe bingeheke xurt bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku perwerdeyên girtî û vekirî ji jinên ciwan re were dayîn.

 (dm)

ANHA