​​​​​​​Sîham Dawûd hişyarî da: Kampa Holê zemîna vegera DAIŞʹê ye

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku divê civata navnteweyî berpirsyartiyên xwe li hemberî kampa Holê bi cih bîne û hişyarî da ku kamp zemîneke guncaw ji bo vegera DAIŞʹê ye.

​​​​​​​Sîham Dawûd hişyarî da: Kampa Holê zemîna vegera DAIŞʹê ye
26 îlon, 2022   00:49
REQA- ALAA EL ELÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 25ʹê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞʹê li kampa Holê ragihand. Pêngav roja 17ʹê Îlonê bi dawî bû. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a têkildarî pêngavê, 226 kes di nav de 36 jin ku beşdarî sûcên qetilkirin û revandin bûne û fikrê tundaw ê DAIŞʹê belav dikirin, hatin girtin.

ʹTIRKIYÊ DESTEKA LOJÎSTÎK DIDE DAIŞ`

Der barê mijarê de, Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd ji ANHAʹyê re axivî. Sîham Dawûd xebatên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di çarçoveya vê pêngavê de silav kir û got, pêngav di dem û cihekî guncaw de hat û got ʹʹJi ber ku dewleta Tirk a dagirker bi domdarî gefan li herêmên me dixwe da ku DAIŞ li herêmê vejîne."

Sîham Dawûd îşaret bi desteka dewleta Tirk a bi DAIŞʹê re û wiha domand: "Divê em desteka lojîstîk a dewleta Tirk a dagirker ji bîr nekin ku ji bo reva heger 5 hezar çeteyên DAIŞʹê ji girîgeha Sînaa ya Xiwêran amade kiribû. Lê QSDʹê girtîgeh kontrol kir û plana Tirkiyê ya derxistina çeteyan ji girtîgeha vala derxist."

Sîham Dawûd da zanîn ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêwîstiyek bû û got: "Vê dawiyê me dît çawa DAIŞ welatî, bi taybet jin kirin hedef û gelek ji wan qetil kirin."

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bal kişand ser encamên pêngavê û wiha got: "Me dît çawa QSDʹê gelek çek, tunel û odeyên ku çeteyên DAIŞʹê ji bo îşkencekirina niştecihên kampê bi kar dianîn, dîtin."

ʹDAIŞ LI SER TEVAHÎ CÎHANÊ XETERE YEʹ

Sîham Dawûd her wiha îşaret bi xetereya "Cîhaz El Hesbê" ya hesabxwestinên ji jinên di hundirê kampê de û "Eşbal El Xîlafa" û perwerdekirina zarokan li ser fikrên tundaw kir.

Sîham Dawûd banga Rêveberiya Xweser a li civata navneteweyî ku berpirsyariyên xwe li hemberî kampê bi cih bîne, bi bîr xist û wiha domand: "Lê ev bang ji aliyê civata navneteweyî ve nehat bersivdandin. Ji dema ketina DAIŞʹê li Baxozê û avabûna kampa Holê ve, barekî giran li ser mile Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. "

Sîham Dawûd diyar kir ku divê hêzên navneteweyî erk û berpirsyartiyên xwe li hemberî vê kampê bi cih bînin û da zanîn ku ev kamp zemîneke guncaw ji bo vegera DAIŞ û belavkirina fikrê tundaw li kampê ye.

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê di dewama axaftina xwe de got:  "Kampa Holê xetereyeke mezin li ser mirovahî, ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê li ser tevahî welatan çêdike. Ji bo vê yekê divê rêxistinên navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞʹê de hene, wan vegerînin û darizînin."

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd bang li dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî vê kampa xetere bi cih bînin. Her wiha bang li rêxistinên têkildarî mafên jin û mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe kar bikin, jin û zarokan ji nû ve perwerde bikin û wan ji fikrê DAIŞʹê xilas bikin.

ANHA