​​​​​​​Pisporên Ereb û Ermen tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Pispor û hiqûqnasên Ereb û Ermen biryara rejîma Tirk a bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji qanûna "Mafê Hêviyê" şermezar kir û got, li gel bêdengiya civata navneteweyî, dewleta Tirk binpêkirinên qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî taybet yên dan û standinên bi rêber Ocalan re didomîne.

​​​​​​​Pisporên Ereb û Ermen tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
26 îlon, 2022   03:31
QAHÎRE-MUHSIN EL MESIRÎ

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ku hin welatên herêmî û kapîtalîst tê de beşdar bûn, hat girtin. Paşê radestî  rejîma Tirk hat kirin û li girtîgeha Îmraliyê ya ku şert û mercên herî kêm ên girtin û binçavkirin tê de tuneye, hat dîlgirtin. Rêber Ocalan niha bi zextên herî xirab re rû bi rû ye, di serî de tecrîda li ser wî û astengkirina hevdîtina parêzer û malbata wî pê re.

Di 7’ê Tebaxa derbasbûyî de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî parastina rêber Ocalan, daxuyaniyek da raya giştî û tê de eşkere kir ku muwekîlê wan ev 3 sal in nikare sûdê ji mafên ku di qanûnên herêmî û navneteweyî de hatin destnîşankirin bigire. Her wiha hate gotin ku hemû daxwazên hevdîtinê ku parêzeran di 27ʹê Tîrmeha 2017ʹan û 2ʹyê Gulana 2019ʹan de pêşkêş kiribûn, bi awayekî ne qanûnî hatin redkirin.

BINPÊKIRINA QANÛNA NAVNETEWEYÎ

Li ser mijarê endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Îlhamî El Melîcî ji ANHA’yê re axivî.

Îlhamî El Melîcî diyar kir ku bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê ji aliyê desthilatên Tirk ve,  qanûnên Tirkiyê, qanûnên mirovî yên navneteweyî û peymanên têkildarî mafên mirovan ên navneteweyî bin pê dike.

El Melîcî îşaret pê kir ku bêdengiya şermînî ya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ya li hember binpêkirinên navneteweyî derbek li pêbaweriya wan e, her wiha eşkere dike ku xebatên wan tên polîtîzekirin û li gorî berjewendiyên dewletê rojavayî  tev digierin.

El Melîcî wiha domand: "Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ku bi şev û roj bi îdiayên parastina mafên mirovan a bêyî cûdabûna zayend, an reng, an cûre, an etnîk an jî baweriya wan, serê mirovan gêj dikin, li hember ragirtin û dîlgirtina dermirovî û derexlaqî ya ronakbîr û têkoşer Abdullah Ocalan  ji aliya saziya ewlehiya ya Tirkiyê ve û bi desteka gelek saziyên ewlehiyê yên rojava ker û lal in."

El Melîcî anî ziman ku dîlgirtina rêber Ocalan durûtiya rojava eşkere kir ku berjewendiyên xwe bi rejîma Tirkiyê re li ser hesabên nirxên mirovî û exlaqî pêk tînin û got, diviyabû rêz ji mafên mirovan re bi taybet ên ku mîna rêber Abdullah Ocalan ku têkoşînekê ji bo mafên gelên xwe yên rewa bi rê ve dibe, bigirta."

CEZAYÊN EWROPÎ

Endama Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Sûriyê, çalakgera hiqûqî Amîne Xidir diyar kir ku li gorî qanûnên mafên mirovan ên Ewropayê, "Mafê Hêviyê" ji mafê rêber Ocalan e ûKomîteya Wezîran a Ewropa muhleta heta dawiya vê mehê da dewleta Tirk da ku qanûna xwe ya ku rêber Ocalan ji vê mafê mehrûm dike, biguhere.

Amîne Xidir wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêbazên qanûnî û birîna cezayên dîsplînê yên berdewam rêber Ocalan ji "Mafê Hêviyê" mehrûm bike. Heta heke rewşa wî hate nirxandin, dibêjin ew ne pabend e, rastî gelek cezayan tê û rewşa wî ne gucaw e ku were serbestberdan."

Amîne Xidir îşaret pê kir ku ger dewleta Tirk pabendî vê qanûnê nebû, dibe ku Ewropa hin cezayan li dijî dewleta Tirk bibire.

Çalakgera hiqûqnas Amîne Xidir dewleta Tirk qanûn û mîsaqên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan ên di dan û standina bi rêber Ocalan re bin pê dike.

Amîne Xidir îşaret bi bêdengiya cîhanê ya li hember komkujî û polîtîkeyên înkarkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne, kir û diyar kir ku ev bêdengî dihêle ku rejîma Erdogan binpêkirinên li dijî Ocalan û hevalên wî re bidomîne.

HEWLÊN FIŞARÊ

Nivîskarê rojnamegerî yê ermenî yê taybet bi kar û barên dewleta Tirk Sarkis Kassarjian li ser doza rêber Ocalan ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku mijara rêber Ocalan li dewleta Tirk hîna dûrî xeta edalet û qanûnê ye û yekser bi xeta siyasî ve girêdayî ye.

Kassarjian wiha domand: "Desthilata niha ya li Tirkiyê bi awayekî yekser tev li dan û standinên aştiyê yên bi tevgera Kurd re bûn ku di navbera 2013-2015’an de hatin ragihandin. Hikumeta Erdogan hewl da heta astekê ji rêber Ocalan sûdê bigire, nemaze dema hişt ku serokên HDP’ê û hinên din serdana rêber Kurd di girtîgehê de bikin ku peyamên wî yên ku banga aştiyê ji gelê Kurd ê li Tirkiyê re parve kirin. Ew peyam di boneyên Newrozê de li pêş kombûnên bi sed hezaran mirov hate xwendin."

Sarkis Kassarjian îşaret pê kir bi nêzbûna dema hilbijartinan li Tirkiyê re diyar e hewldaneke nû ya sûdgirtina ji ragirtina rêber Ocalan heye, yan bi rêya sûgirtina helwestan ji rêber Ocalan an jî helwestan ji kurdan bigire ku zextê li ser bike. Ev yek wê di çend rojên bê de eşkere bin.

(fr)

ANHA