Luqman Ehmê: Divê PDK'ê bûyera li Xelîfanê zelal bike

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê bang li PDK'ê kir ku bûyera li Xelîfanê zelal bike da ku rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê werin girtin.

Luqman Ehmê: Divê PDK'ê bûyera li Xelîfanê zelal bike
9 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED SEMÎR

5'ê vê Îlonê, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li herêma Xelîfanê komeke gerîla kir hedef, piştre çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êriş bire ser koma gerîlayan. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn û ketin destê çekdarên PDK'ê.  HPG'ê bi daxuyaniyekê bang li PDK'ê kir ku gerîlayên birîndar serbest berde û bûyera li Xelîfanê rû daye ronî bike.

Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê ji ANHA'yê re axivî.

Luqman Ehmê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her kes siyasetên dewleta Tirk a vegerandina desthilata Osmanî li Rojhilata Navîn û dagirkirina hemû herêmên ku Osmaniyan berê dagirkiribûn, dizanin.

Ehmê anî ziman ku siyaseta dewleta Tirk eşkere ye ew e ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha got: "Ji sala 1990'î ve û heta niha dewleta Tirk a dagirker dixwaze planên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bîne. Me dît çawa avakirina her statûyeke parastina Kurdan li Başûr red kir. Herî dawî herêmeke federal li herêma Kurdistanê hat avakirin û gelê me maf û azadiya xwe bi dest xist. Ev jî li xweşiya dagirkeran nehat, ji ber vê yekê dixwaze herêmê dagir bike."

'PDK'Ê HEVKARIYA DAGIRKERAN DIKE'

Ehmê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê 40 baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin û wiha pê de çû: "Ev parçeyek ji armancên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê ye, nemaze piştî ku herêmên Sûriyê wekî Cerablus û Ezaz di sala 2016'an de dagir kir, Efrîn di sala 2018'an de û Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019'an de dagir kirin."

'TIRKIYÊ MAFÊN GELÊ KURD RED DIKE'

Luqman Ehmê di dewama axaftina xwe de  got: "Divê gelê me nas bike ku hatina Tirkiyê li herêmê me û dagirkirina wan tê wateya ku gel di bin nêrê koletî  û zilmê de be û mafê wî were çewistandin. Tirkiyê qebûl nake ku gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, heger wisa kiriba wê pirsgirêka kurdî li Bakur û Kurdistanê hatiba çareserkirin û mafên Kurdan di destûrê de hatiba misogerkirin."

'BÛYERA LI XELÎFANÊ FIKARAN JI ME RE ÇÊDIKE'

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina herêmê, têkbirina maf û destkeftiyên gelê Kurd e û got: "Em li dijî van siyastan in.''

Ehmê berxwedana gerîla silav kir û wiha domand: "Berxwedaneke lehengane tê kirin. Tirkiyê dixwaze Kurdan ber bi şerekî navxweyî ve bikişîne. Di nav du salan de 3 bûyer li Xelîfanê çêbûn. Ya dawî berî çend rojan bû. Ev bûyer cihê fikran ji me re çêdike. Ji ber vê yekê divê PDK'ê bûyerê lêkolîn bike. Zelalkirina bûyera li Xelîfanê dê rê li ber lihevhatina hêzên kurdistanî veke û rê li ber planên Tirkiyê yên dagirkirinê herêmê bigire."

Ehmê îşaret pê kir ku armanca tevahî Kurdan ew ku kongreyeke neteweyî were lidarxistin da ku stratejiya were danîn ku dost û heval ji hev werin cûdakirin û got: "Ronîkirina bûyerê wê rêyeke nû ber bi diyalogan veke ku li gorî berjewendiyên gelê me ye."

'LI CIHEKÎ BI BIN KET, DIXWAZE LI CIHEKÎ DIN BI SER BIKEVE'

Serokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de  îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ev tê wateya ku Tirkiyê dixwaze serkeftinê li hemberî gerîla pêk bîne. Lê heta niha di encamê QSD û ya gelê me nikare derbasî herêmê bibe. Heger gav bavêje jî bi ser nakeve û dê dema şer dirêj bike. Ev jî tê wateya ku dê di hilbijartinên bê yên serokatiyê de bi bin bikeve."

ANHA