Meger heta şer nebe, aştî jî nabe -Huseyîn Bîngol

Meger heta şer nebe, aştî jî nabe -Huseyîn Bîngol
10 îlon, 2022   00:42

Dîsa di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de gelek tişt hatin gotin. Daxwaz û hêvî hatin rêzkirin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha, demeke bi qasî temenê mirovekî derbas nebûye.

Di 8'ê Tebaxa 1945'an de Almanya bê şert û merc teslîm bû. Dema Japonyayê israr kir ku teslîm nebe, di 15'ê Tebaxa 1945'an de bombeyeke atomê di 6'ê Tebaxa 1945'an de avêtin Hîroşîmayê û di 8'ê Tebaxa 1945'an de jî bombeyek avêtin Nagazakiyê û dûre wê jî teslîmbûna xwe ragihand. 

Hema piştî şer di 24'ê Cotmeha 1945'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) ava bû. Armanca wê parastina aştiya cîhanê, pêkanîna hevkariya aborî, civakî û çandî û dabînkirina edalet, ewlehî û wekheviya civakî ye. Di 21'ê Îlona her salê de, li navenda Neteweyên Yekbûyî naqosa aştiyê lê dide. Ev naqos ji aliyê Japonan ve ji pereyên hesinî yên bexşên zarokên hemû parzemînan hate çêkirin. Nivîsa 'Bijî aştiya cîhanê’ li ser hate neqişand.

Gelek dem û dewran derbas bûn. NY ji vê mîsyonê dûr ketiye. Êdî ew naqosa ku ji pereyên zarokan hatiye çêkirin, ji bo şerên ku zarok tê de tên qetilkirin, lê dixe.

Bo nimûne; dema ku dîktator Erdogan di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi nexşerêya dagirkirina Rojava derkete ser dikê, lijne ket nava bêdengiyeke mirinê û êrişên dagirkeriyê erê kirin. Li Rojava gelek zarok hatin qetilkirin û mirov li ser xaka xwe bûn penaber. Heman NY jî bû aliyekî peymana xiyanetê ya li dijî êzidiyên Şengalê ku rastî fermanê hat û piştgirî da êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Şengalê. Zarok jî di nav de, gelek sivîl hatin qetilkirin. Tevî ku êrişên dagirkerî û komkujiyên li dijî Kurdan bê navber dewam dikin jî, lê ji vê saziya 'aştiyê' ya global heta niha deng û his nîn e.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji parastina aştiya cîhanê berpirsyar e, dema mijar dibe Kurd, li gorî mîsyona xwe ya dîrokî bi rola xwe ranabe. Mafên Kurdan ên xweparastinê nabînin, wek 'terorîst' tên îlankirin, rê li ber hewldanên komkujiyê vedikin û rêya şer xweş dikin. Lê belê Kurdan rêxistineke terorê ya mîna DAIŞ'ê têk bir û cîhan ji belayeke mezin rizgar kir.

Hêzên berxwedanê yên Rojava aştî û aramî li herêmê dabîn kirin û bi roleke aştiyane rabûn. Tevî ku divê NY destekê bide vê yekê jî, destekê dide operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku dixwaze aştî û aramiyê xirab bike. Ma ev ne sosret e? Meger heta şer nebe, aştî nabe.

Li gel ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dike dest pê bike jî, aştiya cîhanê hinekî din egle bû. Li Rojhilata Navîn çemên xwînê diherikin, lê NY bi roleke aktîf ranebû yan jî ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wê bû, nexwest pê rabe. Ji bo vê jî şerên ku dewleta Tirk dide meşandin veguherîn şerên pir qirêjtir. Çekên herî pêşketî yên îmhakirina girseyî, çekên kîmyewî jî di nav de, li dijî Kurdan bi kar tîne û mixabin NY di guhê ga de radizê.

Tirkiyê xwe kir parçeyekî şerê Sûriyê û niha li rê û rêbazên derketina ji wî şerê digere. Hikumeta AKP'ê peyva aştiyê bi qasî ku li gorî berjewendiyên wê ne, bi kar tîne. Lê belê dirûşma şefê AKP'ê "Li welêt şer, li cîhanê şer” e. Ji roja ku got “Dibe ku şevekê ji nişka ve em bên” xwîna Kurdan ji devê wî diherike.

Osmaniyan ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn re digot “ûmûmî harb” lê dema ku ketinê, dawiya wan jî hat. Şefê AKP’ê Erdogan çav li sultan Ebdulhemîd dike û xwe wek xelîfe dibîne lê dê têkçûna giran a şerê xwe yê li dijî Kurdan jî bibîne. Şerê dewleta Tirk ji bilî têkçûn, krîz, kaos, dizî û bertîlê dê tiştekî din bi xwe re neyne. Fatureya vî şerî li gelan tê birîn. Pirsgirêkên binyadî yên mezin li Tirkiyê hene. Ya ku pêk tê, texrîbateke pergalê ye, hilweşîneke civakî ye. Rewşa ku şerê taybet ê Tirkan û mentiqê “Dijminê Kurdan be, çi dikî bike” Tirkiye xistiyê, têkçûn e. Bi domdarî kîn û nefretê di nava civakê de belav dikin û bi rêya şer hewl didin li ser desthilatê bimînin.

Polîtîkaya ‘li Tirkiyê şerî li cîhanê şer’, ne tenê çavkaniyên Tirkiyê pûç kirine, her wiha bêedaletî û bêhiqûqî jî afirandine. Heke Tirkiye îro qala Sedat Peker dike, heke Peker rojevê diyar dike û sûcên berê aşkera dike, zemîna ku vê yekê diafirîne, rewşa şer a domdar ku li Kurdan tê ferzkirin.

Rewşa şer ji bo nêçîra guran atmosfereke baş çêdike. Di vê atmosferê de, gelek kesên beredayî yên tirkperest, neteweperest, mafya, çete, statukoperest tev li rêxistinên sûc ên wekî AKP û MHP'ê bûne. Wek siyasetmedar, gardiyan, mela, keyayên gundan û notirvan derdikevin pêşberî civakê. Bi wan re aştî çênabe, encax şer çêbe.

Ji rêxistinên AKP'ê yên navçeyan heta şêwirmendên serokkomar, ev pîsên heramên mirovan li hemû çavikên dewletê bi cih bûne.  Yekane tişta ku ev çete lê difikirin, şer e. Ji bo ku aştî çêbe divê di vî şerê qirêjî de têk biçin. Heke dê dijberiya faşîzma AKP-MHP'ê bê  kirin, heke tê xwestin aştî çêbe, divê rêyên têkbirina şerxwazan bên dîtin, çi di hilbijartina de, çi jî li qadên din. Wekî din gotinên vik û vala ne.